• Sunday, 08 February 2026
logo

Nûnerê Amerîkayê daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Rojavayê Kurdistanê kir

Nûnerê Amerîkayê daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Rojavayê Kurdistanê kir
Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo karûbarê Sûriyê, James Jefrrey beşdarî konferansa Brukselê ya taybet bi rewş û paşeroja Sûriyê bû û ragihand, divê deriyê sînorî yê Til Koçer yê Rojavayê Kurdistanê li ber alîkariyên mirovî yên navdewletî were vekirin.

Li Bruksel a paytexta Belcîka û Yekîtiya Ewropayê, roja Sêşemê 30ê Hezîranê bi beşdariya 80 welat û rêxistin û saziyên navdewletî konferansek derbarê paşeroja Sûriyê û rewşa mirovî ya li wî welatî de hat lidarxistin.

Di konferansê de behsa rewşa mirovî ya li Sûriyê, komkirin û gihandina alîkariyên mirovî bo koçber û xelkê Sûriyê hat kirin.

Di konferansê de behsa deriyê sînorî yê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê jî hat kirin, ku bi biryara Encûmena Asayişa Navdewletî, ew deriyê sînor li ber alîkariyên mirovî girtî ye.

Deriyê sînorî yê Til Koçer ku niha di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, dikeve ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê.

Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo karûbarê Sûriyê, James Jefrrey ku di konferana Brukselê de beşdar bû, daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer kir, daku Netewên Yekbûyî bikaribe bi rêya wê deriyê sînorî alîkariyên mirovî bigihîne xelkê sivîl ên li bakurê rojhilatê Sûriyê.

James Jefrrey herwiha daxwaza dirêjkirina biryara 2054 a Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî bo dema 12 mehên din jî kir.

Jefrrey got: “Divê biryara 2054 ji bo 12 mehan were dirêjkirin û rûxsetê bidin Netewên Yekbûyî ku bikaribe bi rêya deriyê sînorî yê Til Koçer biçe bakurê rojhilatê Sûriyê, bi taybet jî d i vê rewşê de ku Vîrûsa Corona belav bûye. Berdewamiya şandina alîkariyan ji sînor ve ji bo piştgîrîkirina wê daxwaziya şandiyê Netewên Yekbûyî girîng e ku divê agirbesta seranserî li Sûriyê were bicîkirin ku em wiha dibînin ji Idlibê destpê dike.”

Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo karûbarê Sûriyê amaje bi berdewamiya 9 sal şerê li Sûriyê kir û got: “Ev zêdetirî 9 sal in rêjîma Sûriyê şerekî xwînî li dijî xelkê Sûriyê destpê kiriye û gelek binpêkirinên hovane pêk aniye ku hinek ji wan weke tawana şer û tawana li dijî mirovayetiyê têne hejmartin.”

Di konferansa taybet bi reşa Sûriyê de, Almanyayê biryar da milyarek û 584 mîlyon Euroyan wek alîkarî pêşkêşî xelkê Sûriyê bike, herweha Amerîkayê jî ragihand, ku ew dê 696 milyon dolaran alîkarî bidin koçberên Sûrî.

Rudaw
Top