P.D. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê: Bûyerên van çend salên dawî û niha yên Rojhilata Navîn metrsî ji bo hinek welat û aliyan drust kir, lê derfet jî ji bo gelek aliyan peyda kir
P.D. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê: Bûyerên van çend salên dawî û niha yên Rojhilata Navîn metrsî ji bo hinek welat û aliyan drust kir, lê derfet jî ji bo gelek aliyan peyda kir
P.D. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê û endama beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û sernivîskara rojnameya «Kurdish Globe» ya bi zimanê îngilîzî ye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Yekbûna kurd di guhertinên Rojhilata Navîn de), bi vî rengî nêrînên xwe anîn ziman:
"Mijara yekbûna kurdan di niha de di rewşa herî baş de ye. Piştî bûyerên Rojava û her wiha bûyerên niha yên şerê navbera Îsraîl û Îranê, yekbûna kurdî derbasî qonaxeke nû û asteke bilind kir. Tiştê ku em ji niha û pê ve behs bikin, ew e ka em ê çawa veberhênanê di vê yekbûnê de bikin û ber bi armanca mezin ve gavan biavêjin. Her bûyerek dibe ku metrsiyan bi xwe re bîne, lê di heman demê de derfetan jî diafirîne. Bûyerên van çend salên borî û rewşa niha ya Rojhilata Navîn ji bo hinek welat û aliyan metrsî çêkirin, lê ji bo gelek aliyan jî derfet peyda kirin. Bi baweriya min, dibe ku ne hêsan be ku welat an mirov her tim xwe ji hemû metrsiyan biparêze, ji ber ku bi rengekî ji rengan dibe ku pirska agirê şer lê bikeve, lê hêsan e ku em sûdê ji derfetan werbigirin. Wek kurd, dibe ku me gelek derfet ji dest dabin, çi bi sedemên navxweyî bin an jî derveyî, lê di heman demê de me gelek derfet jî bi kar anîne; ji ber ku em xwediyê rêberên hişyar, zîrek û bi ezmûn in, bi taybetî rêberê wekî Serok Barzanî ku biryara referandûmê da û di rabirdûyê de jî di çendîn qeyranan de kurd rizgar kirine û gelek derfet ji bo kurdan bi kar anîne."
"Tiştê ku niha girîng e ew e ku kurd ne wek berê ne ku tenê wek şervanekî baş behsa wan bê kirin. Niha ezmûna 30 salên borî ya Herêma Kurdistanê heye ku karî ne tenê di qeyranên li pey hev de xwe rizgar bike, lê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de jî roleke diyarker lîst. Niha Herêma Kurdistanê bûye navendek ji bo xema kurdên parçeyên din ên Kurdistanê û heta welatên derdorê jî. Di heman demê de, beşdariya kurdan di konferansên cîhanî yên taybet bi enerjî, aborî û kêşeyên cîhanî de, îsbat kir ku kurd niha dîplomatekî baş e û dikare di çareserkirina kêşeyên cîhanê de rol hebe û li ser yek masê ligel serokên welatên cîhanê behsa mijarên hevpar ên cîhanî bike û rêçareyan bibîne. Yanî kurd êdî ne hewceyî naskirina xwe û dîroka xwe û derxistina nasnameya xwe ne; mijara sereke ew e ka çawa bibe beşdarekî rasteqîne û bibandor di hevkêşeyên taybet bi herêmên derdora xwe de. Cîhan jî dizane ku kurd neteweyek e ku daxwaza aştî û aramiyê dike, ne şer û milmilanêyê. Ji ber vê yekê, rola kurdan di milmilaneyan de tenê ne xema bidestxistina para xwe ye, bi qasî ku xema hevsengî, îstîqrar û mafê neteweyên din jî heye. Di van milmilane û aloziyan de jî kurd dixwaze roleke aştîxwazane û hevseng bigire û di heman demê de beşdar be di diyarkirina kîjan rêyê de ku baştir e were girtin daku em rê li ber aloztirbûna rewşê bigirin. Divê em di xema wê de bin ku kurd pêgehekî baş û paşerojeke baştir û çarenivîssaz ji bo xwe diyar bike. Her çend rewş hestiyar e û muameleyeke hişyarane divê, û divê derfet werin lêkolînkirin û derfeta herî baş û guncaw ji dest neçe."
"Ezmûna Herêma Kurdistanê, her çend bi sedema wan hemû qeyranên ku jê re hatine drustkirin bê kêmasî nebûye, lê îsbat kir ku dikare bibe navendeke veberhênana cîhanî û berhemanîna berhemên navxweyî û beşdar di bazara enerjî û çandiniyê û avakirina komek projeyên stratejîk û bendav û bihêzkirina jêrxana welat de. Her wiha dîjîtalkirina beşek zêde ya xizmetguzariyan ji bo hêsankariya hemwelatiyan û geşepêdan ligel pêşketinên serdemê. Ji bilî vê, di warê geştiyariyê de berdewam ber bi astekî baş ve diçe û şiyana wergirtina geştiyarên navxweyî û biyanî heye, ku ev hemû sermaye ne û kevirê bingehîn ê dewleteke pêşketî ne. Yanî kurd li Başûrê Kurdistanê îsbat kiriye ku eger derfet hebe, parçeyên din jî serxwebûna wan hebe, dikare xwe baş bi rêve bibe û di asta geşepêdanan de be."
