Tirkiyê ji Iraqê re alîkarî û pêdiviyên tenduristiyê şand
Berdevkê hikûmeta Iraqê, Heyder Mecîd ragihand, îro Tirkiyê bi firokeyeka serbazî komek pêdivî û alîkariyên tenduristiyê ji Iraqê re şand.
Heyder Mecîd da zanîn, firokeya han li firokexaneya serbazî ya şehîd Mihemed Ela ya Bexdayê daniye û barê xwe vala kiriye.
Bi gotina wî berpirsê Iraqî, alîkariyên ku Tirkiyê ji Iraqê re şandiye ji cîhazên nefesdana destkird, pêdiviyên nojdarî û kîtên têsta Koronayê pêk hatiye û dê bi ser parêzgehan de were parvekirin.
Basnews
