• Sunday, 08 February 2026
logo

Tirkiyê ji Iraqê re alîkarî û pêdiviyên tenduristiyê şand

Tirkiyê ji Iraqê re alîkarî û pêdiviyên tenduristiyê şand
Hikûmeta Iraqê ragihand, Tirkiyê ji Iraqê re pêdivî û alîkariyên tenduristî şandiye.

Berdevkê hikûmeta Iraqê, Heyder Mecîd ragihand, îro Tirkiyê bi firokeyeka serbazî komek pêdivî û alîkariyên tenduristiyê ji Iraqê re şand.

Heyder Mecîd da zanîn, firokeya han li firokexaneya serbazî ya şehîd Mihemed Ela ya Bexdayê daniye û barê xwe vala kiriye.

Bi gotina wî berpirsê Iraqî, alîkariyên ku Tirkiyê ji Iraqê re şandiye ji cîhazên nefesdana destkird, pêdiviyên nojdarî û kîtên têsta Koronayê pêk hatiye û dê bi ser parêzgehan de were parvekirin.

Basnews
Top