• Sunday, 08 February 2026
logo

Encûmena Wezîran ji bo guftûgokirina 5 babetan dicive

Encûmena Wezîran ji bo guftûgokirina 5 babetan dicive
Encûmena Wezîran îro bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane bi riya vîdyokonferansê girê dide û 5 babetan guftûgo dike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil îro di daxuyaniyekê de ragihand, Encûmena Wezîran îro civîna xwe ya asayî bi serokatiya Serokê Hikûmetê û amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê û endamên kabîneya nehem bi riya vîdyokonferansê girê dide.

Berdevkê Hikûmetê babetên ku bêne guftûgokirin aşkere kirin, ku piraniya wan girêdayî bi babeta çaksaziyê ne.

Herwiha Cotyar Adil da zanîn jî, di civînê de mijarên wek danûstandina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, reform û mekanîzma bicîhanîna pilana reforman, pirograma biyometrî û pêşniyazên Komîta Yasayî ya Parlemanê yên derbarê damezirandina sindoqa piştevaniya darayîya nişticihbûnê

tên guftûgokirin.

K24
Top