• Sunday, 08 February 2026
logo

Kanî Beko: AK Partî dê bi pereyê karkeran Kanal Îstanbulê ava bike

Kanî Beko: AK Partî dê bi pereyê karkeran Kanal Îstanbulê ava bike
Serokmarê Tirkiyê dibêje, “ez bixwe jî karker im û ez razî nabim ku mafê karkeran were binpê kirin”, lê di heman demê de projeyasaya xanenişînî û qerebûyan jî dibe cihê gazindeya sendikayan ku ew dibêjin hikumet bi yasayekê mafê qerebuyê ji karkeran distîne. Serokê berê yê Sendikaya DÎSKê ku niha parlementerê CHPê ye dibêj, AK Partî dê bi pereyê karkeran projeya Kanal Îstanbulê ava bike.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji karker û fermanberan mehê derdora 50 hezar kes mafê xanenişîniyê distînin û bo her yek ji wan jî herî kêm 1600 lîre mûçe û li gorî post û xizmetê jî bo her salê mûçeyek weke qerebû tê dabînkirin. Hikumeta Tirkiyê jî niha dixwaze ku barê qerebû û mûçeyên xanenişînan li ser milê gencineyê kêm bike, lêbelê ew projeya ku AK Partî û MHP li ser kar dikin rastî nerazîbûna sendikayan tê.

Kanî Beko, Serokê Berê yê DÎSKê û Parlementerê CHPê dibêje, “Piştî ku pareyê qerebûyan radestî sindoqa xanenişiniyê hate kirin, projeyek di hişê AKPê de heye, bi salane rêkevtinek bi 19 belênderan re (mutahît) hatiye kirin, dixwazin qerebuya karkerên ezîz û hêja bi destê wan bo projeya kanal îstanbulê xerç bikin.”

Li gorî reşnivîsê her karmendek dê mehê ji sedî 3yê mêçeyê xwe bide dewletê heta 60 salîya xwe jî nikare dest wî pare bide, dema karker dibe 60 salî dewlet dê ji sedi 25 ya heman pareyî bike qerebû û ji sedî 75 jî dê weke mûçeya xanenişiniyê meh bo meh dabeş bike û eger karker bimire jî dê pare hemû bo gencineya dewletê dimîne.

Xanim Aktaş ku karker di Şaredariya Çankayayê de, dibêje, “Qerebû paşeroja zarokên me ye, min bi vê baweriyê kar kiriye, ma heke ez evqas kar bikim û dawiyê jî rizqê keçên min bê birîn ez çi bikim, ji xwe min tiştekî din tine ye.”

Fikret Qelender li bendê ye ku çend mehên pêşiya me xanenişîn be, li gorî hisaba berê 45 hezar lîre qerebû û mehê jî 2400 lîre mûçeya xanenişîniyê mafê wî ye, lê eger reşnîvis bibe yasa û li ser wî bê sepandin ew dê tenê 9 hezar lîre qerebû bistîne û 36 hezar jî dê weke mûçe jê re were dabeş kirin.

Fîkret Qelender, Karker û Nûnerê Karkeran di Sendikayê de diyar dike, “Qerebû heqdestê meyê helale, ji bo me xeta sore, tenê ev mafê me maye. Em dev jê bernadin, em dê tekoşîna xwe bهdomînin.”

Piştî zêdebûna nerazîbûnê, Serokomarê Tirkiyê bang li sendikayan kir ku ew jî pêşniyazên xwe radestî hikumetê bikin, oposizyon jî bi tundî li dijî reşnîvisa navborî derdikeve.

Rudaw
Top