Serok Barzanî bi telefonê ji tendirustiya Kazim Hemed Kanebî, karmendê asayîşa Kurdistanê pirsiye
Êvara Duh 08.03.2026, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pêywendî bi Kazim Hemed Kanebî, fermanberê asayîşa Herêma Kurdistanê kir, ku duh êvarê di dema bi cîhanîna erkê xwe de ji ber êrîşa komên ji yasayê derketî ya li ser balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê birîndar bibû.
Di wê pêywendiya telefonî de, Serok Barzanî rewşa Kazim Hemed pirsî û hêviya zû başbûnê û tendirustiyeke baş bo xwestiye.
