• Sunday, 08 February 2026
logo

Rêxistina Tendirustiya Cîhanê ji rewşa Iraqê nîgeran e

Rêxistina Tendirustiya Cîhanê ji rewşa Iraqê nîgeran e
Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) ji rewşa tendirustiya Iraqê nîgeran e û tekez kir, germa Havînê nekarî rêjeya pêketina bi Koronayê kêm bike.

Rêvebirê Hawarhatinê di Nivîsgeha WHO li Iraqê de Waêl Hetahit ragihand, rewşa tendirustî li Iraqê gelekî zehmet e û bilindbûna pileya germê jî nekarî rêjeya pêketina bi Koronayê kêm bike, belkû ber bi zêdebûnê ve ye.

Ew berpirsê WHO dibêje: Tenê pabendbûna bi rêkarên xweparêziyê û bikaranîna mask û dûrketina ji hev, dibin sedem kêmbûnê hejmara pêketiyan.

Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê, heta niha hejmara pêketiyan gihîştiye 49 hezar û 109 kesan, ji wan jî 1 hezar û 943 kesan canê xwe jidest dane.

K24
Top