Rêxistina Tendirustiya Cîhanê ji rewşa Iraqê nîgeran e
Rêvebirê Hawarhatinê di Nivîsgeha WHO li Iraqê de Waêl Hetahit ragihand, rewşa tendirustî li Iraqê gelekî zehmet e û bilindbûna pileya germê jî nekarî rêjeya pêketina bi Koronayê kêm bike, belkû ber bi zêdebûnê ve ye.
Ew berpirsê WHO dibêje: Tenê pabendbûna bi rêkarên xweparêziyê û bikaranîna mask û dûrketina ji hev, dibin sedem kêmbûnê hejmara pêketiyan.
Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê, heta niha hejmara pêketiyan gihîştiye 49 hezar û 109 kesan, ji wan jî 1 hezar û 943 kesan canê xwe jidest dane.
K24
