• Monday, 04 May 2026
logo

Serok Barzanî: Divê her kes bizanibe ku sînorên sebrê hene

Serok Barzanî: Divê her kes bizanibe ku sînorên sebrê hene

 Serok Mesûd Barzanî peyamek ji bo raya giştî belav kir û ragehand: Di dirêjayiya dîrokê de gelê Kurdistanê ti demekî li gel şer nebûye, eger şer jî li ser hatibe sepandin, berevanî li xwe û mafên xwe kiriye.


Roja 08.03.2026ê Serok Mesûd Barzanî peyamek ji raya giştî re weşand û got: "Di tevahiya dîrokê de, gelê Kurd qet bi şer re nebûye û her tim aştî û pêkvejiyan xwestiye. Eger şer jî li ser hatibe sepandin, berevanî li xwe û mafên xwe kiriye. Ev bingeh nayê guhertin û çavkaniya xwe ji wê baweriya qahîm û çanda dewlemend a aştîxwaz û pêkvejiyana gelê Kurdistanê werdigre."

Serok Barzanî ragehand: "Cîhê xemgîniyê ye ku li herêma me gelek şer û alozî heye. Me her tim hêvî dikir ku hemû pirsgirêk bi aştiyê çareser bibin, ji ber ku şer her tim wêranker e."

Serok Barzanî di peyama xwe ya ji bo raya giştî de got: "Pir ecêb e ku hin kom û partî di bin navê berxwedanê de û bi hincet û sloganên bê bingeh, destûrê didin xwe ku êrîşî sivîlan û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û binke û baregehên Pêşmerge bikin. Ev yek şer ferzkirine û destdirêjiyekî aşkeraye li ser mafên hemwelatiyan û seqamgirî û asayîşa Herêma Kurdistanê.’’

Serok Barzanî got: "Divê vê derê de hemû aliyek baş bizane ku sebr jî sînorekî xwe heye. Pêşmerge qet zilm ji tu aliyekî qebûl nekiriye. Ev kom nikarin û divê berdewam nekin ku şer bifroşin û aramiya Herêma Kurdistanê û ewlehiya welatiyan hilweşînin." "Bi ciddî werin û sînorek ji van binpêkirinan re deynin, ji ber ku berdewamiya vê, dê encamên xirab hebin.

Serok Barzanî di dawiyê de diyar kir: "Digel ku ez sersaxiyê ji malbatên wan azîzên ku di encama van êrîşên neheq de şehîd bûne re dixwazim, em ji gelê Kurdistanê re piştrast dikin ku em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin da ku Kurdistan ji şer û belayê bê dûr xistin, aramî û asayîş û jiyana xelkê parastî be û serkeftin dê her ji bo gelê Kurdistanê be."

 

Basnews

Top