• Sunday, 08 February 2026
logo

Dîndar Zêbarî: Kampa Mexmûr bi temamî bûye serbazgeh!

Dîndar Zêbarî: Kampa Mexmûr bi temamî bûye serbazgeh!
Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê dibêje, kampa penaberên Bakûrê Kurdistanê ya Mexmûr êdî bûye serbazgeh ji ber wê jî dezgehên navdewletî nikarin xizmeta wê bikin.

Berpirsê hikûmeta Kurdistanê bo bersivdayîna raportên navdewletî li ser rewşa mafên mirov li Kurdistanê, Dîndar Zêbarî li ser rewşa kampa Mexmûr, ku bi hezaran penaberên Bakûrê Kurdistanê tê de dijîn, ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2005 ve hewl daye kampa Mexmûrê bike wargeheka sivîl û xizmeta wir bike lê mixabin partiyek li nav wê kampê de xebatên serbazî û îstixbaratî dike û nahêle kamp wek cihek sivîl bimîne. Ev jî bûye metirsî li ser jiyana akinciyên wê kampê.

Dîndar Zêbarî her wiha gotiye, piştî şerê DAIŞê kampa Mexmûr bi temamî bû serbazgeh. Niha rêveberiya kampêketiye destê hikûmeta Iraqê lê hikûmeta jî nekariye wê kampê bixe bin kontrola xwe.

Wî berpirsê hikûmeta Kurdistanê daye zanîn, wan daxwaz ji dezgehên navdewletî û NY her wiha rêveberiya parêzgeha Mûsilê kirine nehêlin kama Mexmûr bibe serbazgeh da ku behaneyan nede destê welatên cîran û êrişên wan.

Dîndar Zêbarî destnîşan kiriye ku li Herêma Kurdistanê 41 kam hene lê ti kampek mîna ya Mexmûrê bo armancên siyasî û serbazî nayê bikaranîn. Di nav wê kampê de zarok jî bo armancên siyasî û tundiyê tên bikaranîn. Êdî rûçkê kampê bi temamî bûye serbazî û siyasî ji ber ku NY nikare tê de kar bike û xizmeta akinciyên wê bike.


Basnews
Top