Mewlûd Bawemurad: Ti başiyekî Iraqê tine em herêma xwe bo hilweşînin
Parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer ê ji bo Lahor Cengî yê serkêşê taxima xiyanetê ya 16ê cotmeha 2017ê kar dike, daxwaz kiribû ku ji naha û pê de kar ji bo hilweşandina herêma Kurdistanê bê kirin. Parlamenterê Iraqê Serkewt Şemsedîn jî heman daxwaz kiribû. Ji ber wê jî gelek bertek li hember wan gotinan pêşdikevin.
Mewlûd Bawemurad ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêkhateya herêma Kurdistanê destûrî ye û bi madeya destûrê ya 2005ê ve pêkhatiye û nikare bê hilweşandin û îlle destûra Iraqê bê guhertin.’’
Herwaha diyar kir, krîza darayî bo herêma Kurdistanê pirsgirêkî fetisandinê ye, lê ‘’Nabe ji ber wê em xwe teslîm û radest bikin. Dest ji vê pêkhateya herêma Kurdistanê berdin, ev pêkhateya dîroka netewekê ye û bi xwînê hatiye ava kirin.’’
Mewlûd Bawemurad got: ‘’Yê ku pêkhateya herêma Kurdistanê hilweşîne, divê bizane ku herî kêm destûra Iraqê bixwe jî xeta sor e û destûrekî sabîte, Iraq jî bi vê keyfxweş nîne. Eger vîrusa korona neba naha li hember xwepêşandanan Iraq teslîm bibû.’’ Û got: ‘’Naha di rêzbendiyê de Iraq yan 3 yan jî 5.mîn welate di gendeliyê de û xwedî asayîşa herî xirabe li nav welatan de. Ti xweşiyek li Iraqê tine, ku pêkhateya herêma Kurdistanê ji bo Iraqê bê hilweşandin.’’
Dawiyê de jî pirs kir û got, gelo bahaneya wan çiye ku herêma Kurdistanê bê hilweşandin? ‘’Ez ne li gel wê daxwazê me û nabe serweriya gelekî bikeve metirsiyê.’’
Basnews
