• Sunday, 08 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê 4 gundên Zaxoyê bombebaran kir

Artêşa Tirkiyê 4 gundên Zaxoyê bombebaran kir
Balafirên Tirkiyê di demjimêrên destpêkê yên nîveşevê de 4 gundên sînorî yên qezaya Zaxo li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Zaxo, Yûsif Mûsa ragihand, operasyonên Tirkiyê li sînorê herdu nahiyeyên Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxo ve berdewam in û diyar kir, li nêzîk hin gundên wan herdu nahiyeyan şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Artêşa Tirkiyê de derketiye.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, li gor zanyariyan li hinek navçeyan Tirkiyê 40 km sînor derbas kiriye.

Rêveberê Nahiyeya Batûfayê, Dilşêr Ebdulsitar ji Rûdawê re ragihand, “gundên Eblehê, Pîrbila, Monînê û Şaqol ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.”

Têkildarî zirarên wan bombebaranan de Dilşêr Ebdulsitar got, bombebarana herî dawî ya li sînorê nahiyeyê, bê zirar bûye.

Artêşa Tirkiyê ji roja 17ê Hezîranê (vê mehê) ve operasyoneke nû li dijî PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Heftenînê ku dikeve sînorê qezaya Zaxoyê, dest pê kiriye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê navê “Çengê Piling” li wê operasyonê kiriye û ragihandiye, armanc ji lidarxistina wê operasyonê parastina sînor û binkeyên serbazî yên wî welatî yên li ser sînor e, ku bi gotina wê wezaretê di demên dawî de êrîşên li ser zêde bûbûn.

Hulusî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê jî duh tekezî li ser berdewamiya operasyona Çengê Piling kir û ragihand, ew rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê digirin, lê belê operasyon dê bidome.

Akar destnîşan jî kir, ku ji destpêka operasyonê ve heta niha 41 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û hêzên wan dest danîne ser gelek çek û teqemeniyan.

Lê belê PKK wan amarên Tirkiyê red dike û Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandiye, ji destpêka êrîşên Tirkiyê ve hêzên wan 100 serbazên Tirkiyê kuştine.

Ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve heta niha 25 gundên Başûrê Kurdistanê yên li sînorê nahiyeyên Batûfa û Derkarê hatine valakirin û xelkê wan gundan aware bûne.

Rudaw
Top