Hejmara qurbaniyên herîfîna avahiya li taxa Eşrefiyê ya Helebê gihîşt 10 kesan
Li taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê, avahiyeke niştecîhbûnê hilweşiya. Li gorî daxuyaniya dawî ya tîmên rizgarkirinê, heta niha termên 10 kesan ji bin kavilan hatine derxistin.
Li taxa Eşrefiyê ya kurdnişîn a Helebê, duh 6ê Adarê avahiyeke 5 qatî herifîbû, tîmên rizgarkirinê jî dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kiribûn.
Berêvaniya Sîvîl a Sûriyeyê îro ragihand, hejmara qurbaniyên hilweşîna avahiyê li taxa Eşrefiye ya Helebê zêde bûye. Hat diyarkirin ku piştî derxistina termên jinekê û zarokekî, hejmara miriyan gihîştiye 10 kesan.
Li gorî hûrgiliyên ku tîmên rizgarkirinê parve kirine, di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 5 jin, 4 mêr û keçeke piçûk hene.
K24
