• Sunday, 08 February 2026
logo

Qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê ket warê bicihkirinê

Qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê ket warê bicihkirinê
Qedexeya çûnûhatinê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, îro ket warê bicihkirinê û ji bo heyama 5 rojan berdewam dibe.

Ji ber rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, Odeya Operasyonên Hewlêrê biryar qedexeya çûnûhatinê da û ji îro demjimêr 6:00ê sibê destpê dike û heta demjimêr 12:00 şeva 4. 7. 2020an berdewam dibe.

Li gor daxuyaniya Odeya Orasyonan de hatiye, çûnûhatin ji demjimêr 6:00 sibê heya 12:00 şevê bi her awayekî li tevahiya parêzgeha Hewlêrê bi tevaya qeza û nahiyeyên wê ve tê qedexekirin, ji bilî tîmên tenduirstîyê, hêzên ewlekarîyê, dîplomatkar, rêxistin û ajansên Neteweyên Yekegirtî û kompanyayên sotemenîyê li gel fermangehên xizmetguzarîyê.

Herweha di daxuyaniyê de hatiye, asankarî ji welatiyan re tê kirin, ji bo pêdawîstîyên xwe ji xwarek û kelûpelên pêwsît dabîn bikin, ku markêtên mezin û dûkanên firoştina meywe û gîyayan, dermanxane, tên vekirin.

Hejmara kesên bi vîrusa Koronayê dikevin û pê dimirin li Herêma Kurdistanê zêde bûye û li gor amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 5 hezar û 904 kesan bi Koronayê ketine û ji wan jî 200 kesî canê xwe jidest dan.

K24
Top