Îsraîl…Ji destpêka şer heta naha 12 kesan canê xwe ji dest daye û hezar û 50 kes jî birîndar bûne
Wezareta Tenduristiya Îsraîlê ragehand, ji destpêka şerê li gel Îranê heta naha hezar û 50 kes birîndar bûne.
Îro 08.03.2026ê Wezareta Tenduristiya Îsraîlê amarên birîndarbûna hemwelatiyan belav kir û ragehand: '’Ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê li gel Îranê heta naha hezar û 50 kes birîndar bûne. Li gor zanyariyên cîhanî jî heta naha 12 kes li Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.
Herwaha li gor amarên heta naha hatine belav kirin, tenê şeva borî ji ber êrîşên dronî yên Îranê li ser Îsraîlê 258 kes birîndar bûne û ew gehandine nexwaşxaneyên Tel Avîvê.
Basnews
