Neçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê her tim kar ji bo aramiya navçeyê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî îro 7ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wergirt.
Di peywendiyê de, bi hûrgilî bal kişandin ser rewşa navçeyê û wan kêşeyên metirsîdar ên ku di encama şer de derketine holê. Her du alî hevnêrîn bûn ku zêdebûna girjiyan gefeke rasteqîn li ser îro û paşeroja aramiya navçeyê çêdike; lewra tekezî li ser pêwîstiya girtina rêkarên siyasî kirin, da ku rê li ber belavbûna pevçûnan were girtin û gel ji malwêraniya şer werin parastin.
Ji aliyekî din ve, Erdogan spasiya taybet a xwe pêşkêşî Neçîrvan Barzanî kir, ji bo rola wî ya diyar û erênî di hevkarî û piştgirîkirina aştiyê de li Tirkiyeyê. Herwiha destnîşan kir ku ev helwest faktorên bingehîn in ji bo çespandina tebayî û pêkvejiyana gelan û kêmkirina aloziyên li navçeyê.
Neçîrvan Barzanî jî li aliyê xwe ve piştrast kir ku Herêma Kurdistanê mîna her car kar ji bo aramiya navçeyê dike û piştgiriyê dide her gava aştiyane û dîyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayekî ku asayîş û berjewendiya giştî ya gelên navçeyê were parastin.
Ji dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê ligel Îranê dest pê kiriye, welatên cîhanê bi giştî û welatên navçeyê bi taybetî, daxwaza rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîyalog û dîplomasiyê dikin. Herêma Kurdistanê jî wekî faktora aramiya navçeyê, daxwaza xurtkirina hewildanên navdewletî dike, da ku rê ber li berfirehbûna zêdetir a bazneya pevçûnan were girtin.
K24
