Amarên nû yên koronayê li Herêma Kurdistanê: 232 tûşbû, 14 qurbanî
Wezareta Tendirustiyê dawîn amarên vîrusa koronaya nû Covid-19 li Herêma Kurdistanê belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin, di maweyê 24 demjimêran de, 1,771 pişkinînên koronayê hatine kirin û di encamê de 232 tûşbûyên nû yên koronayê hatine tomarkirin ku 85 kes li Hewlêrê, 46 kes li Silêmanî, 59 kes li Germiyanê, 27 kes li Raperînê, 14 kes li Helebce û kesek jî li Duhokê bûne.
Herwiha hatiye belavkirin ku 14 tûşbûyên din ên koronayê canê xwe ji dest dane û 92 tûşbûyên koronayê jî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 5,904 kes bi koronayê ketine ku 1,767 kes baş bûne, 200 kesan canê xwe ji dest dane.
Rudaw
