• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokwezîr pîrozbayî li Parêzgarê nû yê Dihukê kir

Serokwezîr pîrozbayî li Parêzgarê nû yê Dihukê kir
duhê li berdem Serokê herêmê sond xwar û dest bi kar kir
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefûnê li gel parêzgarê nû yê Dihukê Dr. Elî Teter axefî û pişt re Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka peywendiya han ya telefûnî de wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 30/6/2020 bi rêya telefûnê me pîrozbayî pêşkêşî Parêzgarê nû yê Dihukê Dr. Elî Teter kir û hêviya vê yekê xwest ku di erkê xwe yê nû û xizmet kirina welatiyê parêzgeha Dihukê de serkeftî be û bi hevkariya tevahiya dezgehên li parêzgeha Dihukê, xizmeteke zêdetir û hêjatir ya vê parêzgehê bikin.

Elî Teter hefteya derbazbûyî weke parêzgarê nû yê Dihukê hatibû hilbijartin û duhê jî li berdem Serokê herêma Kurdistanê sond xwar û weke parêzgar dest bi kar bû.
Top