Artêşa Îsraîlê: Qonaxeke nû ya şer dest pê dike
Generalê Îsraîlî Eyal Zamîr ragehand ku artêş ber bi qonaxeke nû ya operasyonên leşkerî yên di hundirê Îranê de ve diçe, ku binesaziya leşkerî ya rejîmê hedef digire.
Eyal Zamîr, di daxûyaniyekî fermî de îro roja 06.03.2026, diyar kiriye ku hêzên esmanî yên Îsraîlê heta niha nêzîkî 2 hezar û 500 êrîşên esmanî di nav axa Îranê encam da ye û zêdetir ji 6 hezar teqemenî bikaraniye. Amje bi wê jî kiriye, êrîş bi piranî li ser pergalên parastina hewayî û cihên avêtina mûşekên balîstîk in ku ji bo Îsraîlê gefê ava dikin.
Generalê Îsraîlî got ku artêşê nêzîkî %80ê sîstema parastina hewayî ya Îranê ji holê rakiriye, bi vî awayî serdestiyeke girîng a hewayî li ser welêt bi dest xistiye, û ji %60î zêdetir jî cihên avêtina mûşekên balîstîk ji holê rakiriye, bi vî awayî gefên li ser eniya navxweyî ya Îsraîlê kêm kiriye.
Basnews
