• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlementerekî PDKê: Tîma xiyaneta 16 Cotmehê ji raperîna sala 1991 poşman bûye!

Parlementerekî PDKê: Tîma xiyaneta 16 Cotmehê ji raperîna sala 1991 poşman bûye!
Endamekî firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê dibêje, tîma Lahûr Cengî ji serhildan û raperîna sala 1991 ya gelê Kurdistanê poşman e!

Ev demek e berpirsê îstixbarata YNKê Lahû Cengî bi rêya hinek parlementerên kurd yên mîna Soran Umer û Serkewt Şemsedîn li Kurdistan û Iraqê banga hilweşandina hikûmet û statûya Herêma Kurdistanê dike.

Li ser vê mijarê, parlementerê Kurdistanê û endamê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê, Rêbwar Babkeyî ji BasNewsê re got, gelê kurd gelek qurbanî daye bo bi dest anîna statûya Herêma Kurdistanê. Lê niha endaemkî parlementoya Kurdistanê, ku sûnd xwariya hebûna herêmê biparêze, bi fermana gurûbeka siyasî daxwaza nemana wê dike.

Rêbwar Babkeyî her wiha got, ya ku ez dizanim terorîstên DAIŞê daxwaza hilweşandina Herêma Kurdistanê dikirin, paşê Heşda Şeibî ev daxwaz pêş xist, ev jî bi alîkariya tîma xiyaneta 16 Cotmeha 2017 ya YNKê kirin. Ev jî nîşan dide ku tenê neyarên Kurdistanê vê yekê dixwazin. Soran Umer jî êdî neyarê Kurdistanê ye.

Wî parlementerê Kurdistanê anî ziman, ew kesên han êrişî serhildan û raperîna sala 1991 ya gelê Kurdistanê jî dikin. Ji xwe tîma xiyaneta 16 Cotmehê ji mêjve lêborîn ji Iraqê xwastiye ji ber raperîna 1991 û ji wê raperînê poşman bûye. Ew tenê di hizra berjewendiyên xwe de ne û dixwazin Kurdistanê teslîmî Bexdayê bikin.

Basnews
Top