• Sunday, 08 February 2026
logo

Macron: Ya ku Tirkiye dike nayê qebûlkirin

Macron: Ya ku Tirkiye dike nayê qebûlkirin
Serokomarê Fransayê ragihand, Tirkiye berpirsiyariyeke dîrokî li ser tawanên li Lîbyayê hildigire û tekez kir, tişta ku Tirkiye li Lîbyayê dike, nayê qebûlkirin.

Serokê Fransa bi tundî êrîşî Tirkiyê dike û dibêje, Tirkiyê destwerdanê di karûbarê Lîbyayê de dike û pêgeha xwe ya serbazî li welatî bihêz kiriye

Serokê Fransa Emmanuel Macron di konferanseke hevbeş de li gel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel derbarê destwerdanên Tirkiyê di Lîbyayê de got, Tirkiyê çekdarên cîhadî ji Sûriyê birine Lîbyayê û diyar kir, ev yek tawan e ji bo aliyekê ku endamê NATOyê be.

Bi gotina Macron, Tirkiye bi destwerdanên xwe û şandina cîhadiyan bo Lîbyayê, berpirsyariyeke dîrokî hildigire.

Macron got: “Niha Tirkiye bi awayekê berfireh şerkerên cîhadî ji Sûriyê ve birine Lîbyayê, ew jî berpirsyariyekî dîrokî û herwiha tawan e bo welatekê ku jê re tê gotin endamê NATO.”

Emmanuel Macron da xuyakirin, “yekem welat ku destwerdanê di karûbarê Lîbyayê de dike, Tirkiyê ye û ez di wê baweriyê de me ku niha rêzê li ti biryarekê nagire ku di konferansa Berlînê de soz dabû.”

Serokê Fransayê ragihand, ku divê agirbest li Lîbyayê pêk bê û da zanîn, tiştê ku Tirkiye li Lîbyayê dike nayê pejirandin.

Macron helwesta Fransayê derbarê rewşa Lîbyayê de wiha anî ziman ku, Fransa ne piştgiriya êrîşa li dijî Trablusê kiriye û ne jî piştgiriya Xelîfe Hefter kiriye.

Serokê Fransayê roja 22ê Hezîrana îsal jî di konferanseke rojnamevanî ya li gel hevtayê xwe Tunisî de li Parîsê gotibû, Tirkiye li Lîbyayê lîstikekî metirsîdar dike û diyar kir, wî ew yek ji Recep Tayyip Erdogan ê serokê Tirkiyê re gotiye.

Gotinên Macron ên derbarê destwerdana Tirkiyê di rewşa Lîbyayê de, di demekê de ne, ku meha 11 a slaa 2019, Tirkiyê û hikûmeta li Trablusê ya bi serokatiya Fayiz Serrac rêkevtineke siyasî, serbazî û aborî îmze kirin.

Rêkevtina navbera herdu aliyan bû sedema nerazîbûna gelek welatên Ewropayê û hejmarek welatên Rojhilata Navîn.

Piştî wê rêkevtinê, Tirkiyê bi aşkere piştgiriya xwe bo hikûmeta Trablusê zêde kir û bi vê yekê hevkêşeya şer guherî.

Hêzên hikûmeta Wifaqa Niştimanî ku kontrola Trablus a paytext di destê hêzên wê de ye, di wan demên dawî de gelek bajar û bajarok ji destê hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku general Xelîfe Hefter serokatiya wan dike, derxistine û niha lis er sînorê bajarê Sirtê ne.

Piştî wan pêşketinên hêzên hikûmeta Trablusê, hikûmeta Misirê jî bi awayekî aşkeretir destewerdan di karûbarên Lîbyayê de kir û Ebdulfetah Sîsî ragihand, ku xeta Sirt-Jufra ji bo wan xeta sor e û nabe ku hêzên hikûmeta Wifaqa Niştimanî wê xetê derbas bikin.

Li rojhilatê xeta Sirt-Jufrayê, navçeyeke stratejîk heye ku rêjeya herî zêde ya bîrên petrolê û çavkaniyên petrol û gaza Lîbyayê lê ne, lewma herdu alî dixwazin kontrola wê navçeyê di destê wan de be.

Fransa herwiha Tirkiyê bi binpêkirina dorpêça çekan a li ser Lîbyayê tometbar dike, ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve li ser wî welatî hatiye sepandin.

Ji meha Çileya îsal ve li Berlîn a paytexta Almanyayê ve bi destpêşxeriya Angela Merkel, konferanseke taybet bi Lîbyayê hat lidarxistin ku armanc ji konferansê, destpêkirina qonaxa siyasî li Lîbyayê û gihîştina bi agirbestekê li wî welatî bû.

Piştî bidawîhatina wê konferansê, Şêwirmenda Almanyayê ragihandibû: “Em li ser planeke piralî rêkevtin.”

Serokên Tirkiyê, Fransa û Rûsya jî di konferansa Berlînê de beşdar bûbûn.

Piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî di sala 2011an de, Lîbya bi ser du hikûmetan de dabeş bûye, hikûmet li rojavayê welat bi paytextiya Trablusê ku Tirkiye piştgiriya wê dike û Netewên Yekgirtî jî wê hikûmetê bi fermî nas dike û hikûmetek jî li rojhilatê wî welatî bi paytextiya bajarê Binxazî ku general Xelîfe Hefter serokatiya wê dike.

Rudaw
Top