Xwendinek ji bo Siyaseta Derve ya Amerîkayê di Sala 2026an de... Di Ronahiya Hejmara Dawî ya
Xwendinek ji bo Siyaseta Derve ya Amerîkayê di Sala 2026an de... Di Ronahiya Hejmara Dawî ya
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di sala 2026an de, li ber werçerxaneke dîrokî û stratejîk a bêhempa ye, ku ne tenê nasnameya siyasî ya wî welatî, lê nexşeya peywendiyên navdewletî jî ji bo bi dehan salên bê ji nû ve dadirêje. Ev raport, xwendin û analîzeke hûr e bo hejmara herî nû ya kovara navdar a cîhanî Foreign Affairs, ku tê de komek ji rîsipî û pisporên warê siyaseta derve, ronahiyê dixin ser felsefeya nû ya hikumڕaniyê li Washingtonê û guherîna Amerîkayê ji "zilehêzeke bexşer û parêzera yasayan" ber bi "hegemonekî sewdarkar (bazirgan)".
Ev xwendin hewl dide bi rêya şirovekirina gotar û lêkolînên nav vê kovarê, wê rastiya tal derxe pêş ku çawa têkelkirina berjewendiyên bazirganî yên îdareya nû bi biryarên çarenûssaz ên dewletê re, ber bi dawîkirina serdema dîplomasiyê ve diçe û cîhanê ber bi qonaxa "tenêtiya stratejîk" û aloziyeke metirsîdar a atomî ve dikişîne. Di vê raportê de, em wêneyê wê cîhana nû dibînin ku tê de bawerî wek sermayeyek siyasî dibe qurbanî û welatên biçûk û hevpeymanên kevin ên Amerîkayê neçar dibin di nav mij û dûmana vê nezme nû de, li rêyekê bigerin bo manê.
Dawîhatina Serdema "Zilehêza Bexşer": Amerîka ji Rizgarker ber bi Sewdarkar
Ji bo zêdetirî heftê salan, ango piştî bidawîbûna Cenga Cîhanê ya Duyem, DYA roleke bêhempa di qada siyaseta navdewletî de dileyîst, ku em dikarin wek "Zilehêzeke Dilovan" (Benevolent Hegemon) nav bikin. Di vê heyamê de, stratejiya giştî ya Washingtonê li ser wê baweriyê bû ku parastina aramiya cîhanê, geşepêdana aboriya hevpeymanan û avakirina saziyên navdewletî, her çend bacên darayî û serbazî yên giran hebin jî, di encam de baştirîn veberhênan e ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bixwe.
Lê belê sala 2026an û destpêkirina xula duyem a serokatiya Donald Trump, wek erdhejeke siyasî, dawî bi vê serdema zêrîn a dîplomasiyê anî. Îro, wek ku bîrmendê stratejîk Stephen Walt dibêje, Amerîka çermê xwe guhertiye; ji "zilehêzeke berpirsyar" bûye "hegemonekî hov". Di vê qonaxa nû de, cîhan êdî ne zeviyek e bo çandina nirxên demokratîk, belê qadeke bazirganî ya rût e ku tê de tenê pîvenda "qezanc û zirara maddî" biryarê li ser dostanî û dijminatiyê dide.
Stratejiya nû ya Washingtonê pir zelal e: "Tu tişt bi belaşî nîne". Têgeha pîroz a hevpeymaniyê, niha guheriye bo celebek ji parastina bi kirê (Protection Racket). Peyam ji bo Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn ev e: Sîwana parastina Amerîkayê êdî ne maf e, belê kalayek e û divê hûn bikirin.
Dewlet an Kompanyaya Taybet? Amerîka di bin Sîya Îdareya Duyem a Trump de
Di kevneşopiya siyasî ya Amerîkayê de, her tim xeteke sor di navbera "berjewendiya giştî ya dewletê" û "berjewendiya taybet a bazirganî" de hebû. Lê wek lêkolîner Alexander Cooley û Daniel Nixon dibêjin, di sala 2026an de ev sînor bi temamî hatiye jêbirin. Koşka Spî ji saziyeke dewletî ve guheriye bo navendeke bazirganiyê. Di zanista siyasî de ji vê re tê gotin "Kleptokrasî" (Kleptocracy), ku tê de desthilatdar saman û hêza dewletê bo berjewendiya xwe ya kesî bi kar tînin.
Mameleya Têkel (The Bundle):
Trump şêوازekî nû di peywendiyên navdewletî de afirandiye; biryarên stratejîk rasterast bi projeyên bazirganî ve tên girêdan. Bo mînak, eger welatekî dewlemend firokeyên F-35 bixwaze, divê li zincîre-otêlên Amerîkayê veberhênanê bike an "Crypto" (diravên dîjîtal) ji kesên nêzîkî serok bikire. Ji bo vê yekê jî, kesên profesyonel û dîplomatên dênîn hatine dûrxistin û di şûna wan de bazirganên wek Steve Witkoff û Jared Kushner bûne endezyarên peymanên navdewletî.
Paşvekişîna Stratejîk: Cîhana Bêsereber
Ji bo zêdetirî heft dehsalan, hevpeymanên Amerîkayê di bin "Sîwana Parastinê" de bûn. Lê di 2026an de ev piştrastî nema ye.
Asya: Stratejiya "Pivot to Asia" şikest xwariye. Washington tenê giringiyê dide Taywan û Japonê (ji ber pîşesaziya Çîpan), lê welatên wek Fîlîpîn û Vîetnam hatine piştguhkirin û ji wan re tê gotin: "Bi xwe bi Çînê re li hev bikin".
Ewropa: Vekişîna hêdî-hêdî ya Amerîkayê ji NATOyê, parzemîn rûbirûyî du metirsiyan kiriye: Metirsiya derve (Rûsya) û metirsiya navxweyî (hêza serbazî ya Almanyayê ku tirsê di dilê Fransa û Polonyayê de çêdike).
Mirina Dîplomasiyê û Vegera bo Yasaya Hêzê
Wek Nadia Schadlow dibêje, îdareya nû ya Amerîkayê gihîştiye wê baweriyê ku "Civaka Navdewletî" tenê wehmek e. Washington êdî xwe bi peymanên kîşwerî, mafên mirovan an parastina jîngehê ve girê nade. Felsefeya nû ev e: "Dewlet-Netewe tenê çavkaniya şerîetê ye".
Ev yek cîhanê dike "daristanek" ku tê de welatên biçûk (Global South) dibin sûtemeniya hevrikiya zilehêzan. Dema dîplomasî dimire, tenê "yasaya hêzê" dimîne.
Ber bi "Tenêtiya Stratejîk" û Aloziya Atomî ve
Lêkolînên Foreign Affairs nîşan didin ku sala 2026an xaleke reş a dîrokî ye. Têkçûna baweriyê, Amerîkayê ber bi "Tenêtiya Stratejîk" ve dibe. Dibe ku di demeke kurt de Trump pereyan kom bike, lê di dema krîzên mezin de Amerîka dê bê dost bimîne.
Metirsiya herî mezin, şikandina "Taboya Atomî" ye. Welatên wek Japon, Korêya Başûr û Almanya, dema dibînin sîwana Amerîkayê nema ye, dê neçar bibin ber bi çêkirina çeka atomî ve herin. Ev jî cîhanê ber bi qonaxeke pir metirsîdar ve dibe ku tê de her xeletiyek dikare bibe sedema karesateke gerdûnî.
Encam:
Heger ev senaryo wek xwe bi cih werin, sala 2026an dê wek "Sala Reş" di dîrokê de were tomarkirin. Cîhanek ku tê de gendelî dibe sîstem, tirs dibe yasa û alozi dibe nezm. Di vê cîhanê de çend malbatên dewlemend dê dewlemendtir bibin, lê mirovahî û heta Amerîka bixwe jî, dê di nav tirs û nediyariyê de bimînin.
