• Tuesday, 05 May 2026
logo

Mistefa Barzanî îradeya wî mirovê mezin e ku îmzeya meşrûiyeta hebûna neteweyê li eniya dîrokê dixe

Mistefa Barzanî îradeya wî mirovê mezin e ku îmzeya meşrûiyeta hebûna neteweyê li eniya dîrokê dixe


Mistefa Barzanî îradeya wî mirovê mezin e ku îmzeya meşrûiyeta hebûna neteweyê li eniya dîrokê dixe

 

Îmze, ne tenê nivîsandina navekî ye li ser kaxezê, lê belê moreke ku mirovê mezin li dîrokê dixe. Gava navek dibe îmze, êdî ew nav ji kesekî biyolojîk cuda dibe û dibe hêzek ku meşrûiyeta dîrokî werdigire. Îmze, nîşaneya hebûn û amadebûnekê ye ku di xiyaba (nebûna) mirovê mezin de kar dike; êdî ew îmze ne tenê navê wî ye, lê dibe damezrînerê yasa û meşrûiyetê. Heyirmandina bi vê îmzeyê, heyirmandina bi wê hêz û îradeyê ye ku dikare dîrokê bisekinîne û wateyê bide wê xebat û têkoşîna ku bêyî wê îmzeyê dê belav û perîşan bibûya. Li vir îmze dibe hizir (raman), ji ber ku nûneriya wê rastiyê dike ku tu hêz nikare jê bibe.

Jacques Derrida – Pirtûka Stratejiya Tefkîkê (Deconstruction)

Gava windabûna laş dibe destpêka wê ramana ku paşeroja me dike netewe

Koçkirina fîzîkî ya mirovê mezin, ne stasyona dawî ya dîroka wî ye, lê belê destpêka jiyana ebedî ya wê ramanê ye ku wek rihekî zindî dibe nexşerê û rêpîvanker. Di nebûna xwe de hebûna xwe berdest dike (Presence in Absence) û nifşên paşerojê wek hizreke zindî bi wê nexşerêyê re tevdigerin. Ew hizir bi wijdanê neteweyê re dibe yek û wek karakterekî neteweyê araste dike. Dibe berdewamiya wê îradeya polayî ku di dîrokê de çandiye û dibe ew hêza ku di mînak û nirxên neteweyê de cih digire. Di vê çarçoveyê de, mirina fîzîkî nikare dawî li navê wî mirovê mezin bîne ku bûye hizir; berevajî vê, nebûna wî ya fîzîkî dibe amadebûneke hîn xurttir. Dibe şahidekî ebedî û çavdêrekî dilsoz li ser şêwaza xebata me ya îro û dixwaze wê peymana me bîne bîra me, ku wî di nav çiyayên serkeş ên Kurdistanê de mizgîniya wê dabû: Armanca dawî ya mitleq a neteweya me serxwebûn û damezrandina Dewleta Kurdistanê ye. Heyirmandina bi ramana wî mirovê mezin, têkiliyeke wisa bi kesekî re ava dike ku her çend bi laş di nav me de nîn e, lê ji her kesî zêdetir bandora wî li ser me heye. Ew hizir bûye serwerê ku ji ser deman re rêyeke dadperwer ji bo neteweya xwe diyar dike.

Di kêliya biryardana giran de, hebûna Kurd dike pêvajoyeke dîrokî

Martin Heidegger gava li şûna mirov "Dasein" bi wateya "Hebûna li vir" bi kar tîne, dixwaze bêje: "Gava mirov di vê cîhanê de çavên xwe vedike, dibîne ku bêyî daxwaza xwe di nav erdnîgariyekê de dijî ku wek waqiîyet li ser hatî sepandin. Wek mirovekî mezin û bi hêz, divê ew wê waqiîyetê qebûl bike û di nav wê erdnîgariyê de hem hebûna xwe bisepitîne, hem jî hebûneke hevbeş ji bo neteweya xwe ava bike." Ev nêrîn dibêje: Mirov "serdem, erdnîgarî û neteweya" xwe hilnabjêre. Loma mirovê lawaz teslîmî waqiîyetê dibe, lê mirovê mezin wê waqiîyeta sepandî red dike û jiyana xwe dike projeyek ji bo îsbatkirina hebûna xwe.

Ji bo "Mirovê Bala", projeya îsbatkirina hebûnê di kêliya biryardana giran de dest pê dike. Biryarek ku berê kesî bi wê astê bîr lê nekiriye. Mirovê bala di çavekî de (Augenblick) wê biryarê dide, bêyî ku li encamê binêre. Jiyana xwe dike projeya îsbatkirina hebûna neteweya xwe li ser wê erdnîgariya ku jê re tê gotin "Niştiman". Ev proje di xebata tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê de bû projeyeke berdewam:

1. Biryara destpêkirina Şoreşa Duyem a Barzan
Kêliya biryardana giran a Mistefa Barzanî di Tîrmeha 1943an de dest pê dike, gava ji Silêmaniyê biryar da vegere Barzan û rêberiya Şoreşa Duyem a Barzan bike. Ev biryar di çavê gelê Kurdistanê de biryareke kaxizî (ji nişka ve) bû, lê di hundirê Barzanî de berhema guhdarîkirina wijdanê neteweyê bû. Vê projeyê hebûna hevbeş û çarenûsa hemû neteweyê bi hev ve girêda û bû "Şoreşa Rizgarixwaz a Kurdistanê".

Wê demê raya giştî wisa bû ku şerê li dijî dewleta Iraqê ne mimkun e, lê biryara Barzanî ya ku "Mirin û jiyana bindestiyê wek hev in", di hundirê her Kurdekî de werçerxaneke dîrokî çêkir. Ev bû destpêka şikandina tirsê û gel gihîşt wê baweriyê ku çiyayên me sengerên "man û nemanê" ne.

2. Biryara beşdariya di Komara Kurdistanê de
Sala 1945an Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî çûn Rojhilatê Kurdistanê. Gava di Rêbendana 1946an de Komara Kurdistanê ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemmed ve hat ragihandin, Barzanî biryar da ku ew û pêşmergeyên wî bibin serbazên Komarê. Barzanî bû Sererkanê Supaya Kurdistanê û bi qehremanî parastina Komarê kirin.

Piştî hilweşandina Komarê, Barzanî gihîşt wê qenaetê ku divê hizra "eşîrtiyê" ber bi "hizra neteweyî" ve bilind bibe. Loma damezrandina partiyeke siyasî wek pêşeng dît û biryar da Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek sîwanek ji bo hemû hêz û kesayetên niştimanperwer ava bibe. Gelê Kurdistanê dîsa ew wek rêber û bavê neteweyê qebûl kir û bû Serokê PDKê.

3. Rêrewa dîrokî ya derbasbûna ji çemê Arasê 1947
Dema di navbera damezrandina PDKê û hilweşandina Komara Kurdistanê de tenê 4 meh û 6 roj bûn. Barzanî biryar da ku teslîm nebe. Di nav şertên herî giran de, wî û hevalên xwe "ber bi mirinê ve çûn da ku nemimkunê bikin mimkun". Wan rêrewa dîrokî ya ber bi çemê Arasê ve girtin ber xwe. Ev rêrewa ku zêdetirî 2300 kîlometre bû, îro wek efsaneyekê di bîra neteweyî ya Barzan de hatiye parastin.

4. Penaberî li Yekîtiya Sovyetê 1947-1958
Jiyana li Sovyetê qonaxeke pir dijwar bû. Di navbera 1947-1953an de (serdemê Stalîn), Barzanî û hevalên wî ji hev hatin cudakirin û li komarên cuda hatin belavkirin. Piştî mirina Stalîn û hatina Nîkîta Xruşçov, Barzanî karî deriyê Xruşçov veke û pê re bicive. Ev hevdîtin di dîroka rêberên tevgerên rizgarixwaz de kêmwêne ye, ji ber ku Barzanî tenê bi kesayetiya xwe û bêyî ku Kurdistan sînorê wê bi Sovyetê re hebe, karî bandoreke mezin çêbike. Barzanî her wiha serdana kurdên Yerîvanê kir û heta îro li wir şeqamek bi navê "Şeqama Barzanî" heye.

Vegera ji Sovyetê û Şoreşa Îlonê
Di 6ê Cotmeha 1958an de Barzanî bi balafireke taybet ji Qahîreyê vegerî Bexdayê. Li firokexaneyê, Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan pêşwaziyeke wisa lê kirin ku di dîroka Iraqê de ji bo tu melîk an serokekî nehatibû kirin.

Li ser asta Kurdistanê, cara yekem bû ku hemû serokeşîr û ronakbîr bi daxwaza xwe kesek wek "Rêber û Serok" qebûl dikirin. Wêneya Mistefa Barzanî bû sembola her malekê. Mirov amade bûn bên kuştin lê tu gotineke xirab li ser wêneya rêberê xwe qebûl nedikirin.

Mistefa Barzanî fêrî me kir ku tenê biryara yekalîker waqiîyetê diguherîne. Şoreşa Îlonê (11ê Îlona 1961) wek şoreşeke milî dest pê kir. Serok Mesûd Barzanî di pirtûkên xwe de dibêje ku armanca Barzanî ew bû ku herêmên azadkirî ji Badînan heta Soran û Xaneqînê bi hev ve girê bide.

Barzanî tu carî nexwest xwe bi ser şoreşê de bisepîne. Berevajî vê, serokeşîrên Soran çûn cem wî û jê re gotin: "Heger tu rêberiyê bikî, em bi te re ne." Wî Kurdistan wek niştimanekî wisa didît ku divê tê de dadperwerî, wekheviya olî û neteweyî hebe. Wî girîngiyeke mezin dida perwerdeyê û "Mamosteyê Şoreşê" damezrand da ku li gundan dibistan bên vekirin.

Rêkeftina 11ê Adara 1970an, ku bi rêberiya wî hat îmzekirin, bû bingeha hemû mafên qanûnî yên Kurdan li Iraqê. Her çend rejîma Beisê xwest wê vala bike, lê ew rêkeftin bû bingeha Parleman û Hikûmeta Kurdistanê û sîstema federalî ya îro.

Mistefa Barzanî ew mirovê mezin e ku heyirmandina bi wî dibe hizir, û hizra wî jî dibe serwerê ku ji ser deman re rêya dadperwerî û jiyanê ji bo neteweya me diyar dike.

 

 

Top