• Tuesday, 05 May 2026
logo

Rêûresma naskirina pirtûka şeşem a Bazneya Guftûgo... Jînalojiya nasnameyê di hêzên nerm ên neteweyê de

Rêûresma naskirina pirtûka şeşem a Bazneya Guftûgo... Jînalojiya nasnameyê di hêzên nerm ên neteweyê de

 

Rêûresma naskirina pirtûka şeşem a Bazneya Guftûgo... Jînalojiya nasnameyê di hêzên nerm ên neteweyê de

 

Roja 16ê Sibata 2026an, li hola Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, rêûresma naskirin û pêşkêşkirina şeşemîn pirtûka "Bazneya Guftûgo" bi navê «Jînalojiya nasnameyê di nav hêzên nerm ên neteweyê de» hat birêvebirin.

Di vê rêûresmê de ku hejmarek ji berpirsên hizbî û hikûmî û parlamenter û elîtên her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn, di destpêkê de Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, di gotarekê de ligel bixêrhatina mêvanan, rawestiya ser giringiya guftûgoyê ji bo qonaxa niha ya Kurdistan û Iraq û navçeyê. Her wiha tekez kir ku "Bazneya Guftûgo" wek organekî serbixwe yê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê bi vî mîtodî di sê salên borî de karên xwe birêve biriye, ku hewl daye asoyî bifikire û hemû bîr û boçûnên siyasî, neteweyî û ayînî yên cuda li ser asta Herêma Kurdistanê, Iraq û her çar parçeyên Kurdistanê pêkve kof bike. Armanca wê ew e ku hemû cudahî pêkve tabloyeke ciwantir bixemilînin.

Her di vê rêûresmê de, raporeke meydanî hatibû amadekirin ku tê de bîr û rayên çendîn akademîsyen û rewşenbîrên parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatibûn wergirtin, derbarê giringiya guftûgoyê û lêktêgihiştinê di navbera hêz û aliyên siyasî û netewe û ayînên cuda yên Kurdistanê de.

Aliyekî din ê giring ê vê rêûresmê, ew panel bû ku bi navê «Jînalojiya nasnameyê» ji bo siyasetmedarê naskirî yê gelê me Dr. Kawa Mehmûd hatibû amadekirin, ku ji aliyê Dr. Viyan Mehmûd Zamdar ve hat birêvebirin. Di vê panelê de pirsa «nasname û modernîte» wek du pirsên berdewam û bi hev ve girêdayî hatin nirxandin. Hat tekez kirin ku divê pirsa modernîteya Kurdistanê ne pirsyareke kopîkirî be û divê hewl bê dan ku «modernîteya Kurdistanê» ji dîrok û çanda Kurdistanî bihelqe. Di vê çarçoveyê de, bal hat kişandin ser her şeş guftûgoyên nav pirtûkê ku ev in:

1- Alingariyên niha yên li berdem zimanê kurdî.
2- Huner û nasname; kurd çi bike baş e?
3- Şûnnewar û kodên naskirina neteweyê.
4- Werziş wek amrazek ji bo xwenaskirina neteweyê.
5- Xwendina bilind û şiyanên zanistî yên neteweyê.
6- Geştûguzar: Pira peywendiya navbera çandên cuda.

Bi tekezkiirina panelîst li ser van her şeş hîmên serekî û giring ku naveroka pirtûkê pêk tînin, coş û xiroşeke mezin ji bo guftûgoyan hatibû afirandin, bi taybetî di derketina wê hest û soza mezin de piştî bûyerên vê dawiyê yên Rojava ku seranserî Kurdistanê girtibû. Hemûyan bi yek dengî bersiva wê pirsê dan ku «Em kî ne?»; bi dengê bilind li her çar parçeyên Kurdistanê dihat gotin: «Kurd in em».

Di dawiya vê rêûresmê de, xelata rêzlênanê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê pêşkêşî Dr. Kawa Mehmûd, Dr. Viyan Mehmûd Zamdar, hemû beşdarên her şeş xelekên Bazneya Guftûgo û endamên Bazneya Guftûgo hat kirin.

 

 

Top