Amarên nû yên koronayê li Herêma Kurdistanê hatin ragihandin
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, îro ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de, pişkinîna koronayê ji bo 421 kesan hatiye kirin û li gor encamên wan pişkinînan, 139 kesên din li herêmê bi vîrusa COVID-19 ketine.
Li gor daxuyaniya wezaretê, 55 kes li îdareya Germiyanê, 40 kes li Hewlêrê, 31kes li Silêmaniyê, 9 kes li Helebce û 4 kes jî li Duhokê tûşî koronayê bûne.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye, ji kesên ku îro bi sedema koronayê canê xwe ji dest dane, 3 kes li parêzgeha Silêmaniyê, 2 li Hewlêrê û kesek jî li Helbeceyê ye.
Hevdem 41 tûşbûyên koronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne, ku 27 kes li Hewlêrê, 8 li Helebce û 6 jî li Germiyanê ne.
Li gor du heftiyên bihorî, îro rêjeya herî kêm a tûşbûna bi koronayê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Ji destpêkê ve heta niha 130 hezar û 892 pişkinînên koronayê hatine kirin, ku li gor encamên wan pişkinînan, 5 hezar û 672 kes bi COVID-19 ketine û ji wê hejmarê jî 1 hezar û 675 kes jî baş bûne û 186 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Niha li tevahiya Herêma Kurdistanê 3 hezar û 811 pêketiyên koronayê li nexweşxaneyan hatine razandin.
Rudaw
