Jînalojiya nasnameyê di nav hêzên nerm ên neteweyê de
Jînalojiya nasnameyê di nav hêzên nerm ên neteweyê de
Îro bi amadebûna Dr. Salar Osman, berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), merasîma naskirina pirtûka şeşem a "Bazneya Guftûgoyê" bi sernavê "Jînalojiya nasnameyê di nav hêzên nerm ên neteweyê de" li hola beşê hat lidarxistin.
Di vê merasîmê de ku tê de Dr. Hêmin Hewramî endamê Mekteba Siyasî ya PDKê, Segvan Halo, Dr. Nûrî Osman, Umêd Xoşnaw endamê Komîteya Navendî ya PDKê, hemû beşdarên her şeş xelekên werza şeşem a Bazneya Guftûgoyê, hejmarek kesayet û nûnerên partiyên siyasî, Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Îslamî û hejmareke zêde ya rewşenbîr û rojnamevanan amade bûn.
Di destpêka merasîmê de, berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê bi germî xêrhatina amadebûyan kir û tekez kir ku Bazneya Guftûgoyê wek organekî serbixwe yê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê, peyama rastgo ya Partî û rêbaza Barzanî werdigerîne, ku armanca wê ew e wek girêdanekê cudahiyên siyasî, neteweyî û olî yên vê nîştimanê li hev bicivîne.
Piştî vê gotarê, di merasîmê de panelek ji bo siyasetmedarê naskirî yê gelê me Dr. Kawe Mehmûd bi sernavê "Jînalojiya Nasnameyê" hat lidarxistin. Di vê panelê de wî tekezî li ser giringiya resenatiya nasnameyê kir ku hêmanên wê yên cuda di qonaxa modernîteyê de dibin çarçoveyek ji bo pênasekirina neteweyê. Her wiha behsa wê werçerxana erênî kir ku niha gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi yek dengî tekezî li ser Kurdbûna xwe dikin û hemû bi hev re dibêjin "Em Kurd in".
Ev werçerxan di proseya siyasî ya Kurdistanê de jî bi rengekî din xwe nîşan dide, ku em dibînin Serok Barzanî wek rêber û merceyê her çar parçeyên Kurdistanê roleke bi bandor di şirovekirina doza Kurd de li her çar parçeyan de dibîne. Derbarê wê werçerxana dîplomatîk a li ser asta hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de ku hefteya borî hat dîtin, hat diyarkirin ku ev jî nîşana wê ye ku doza Kurd li ser asta navdewletî pêşketineke mezin bi xwe ve dîtiye.
Paşê beşek ji amadebûyan bi pirs û ramanên xwe guftûgo dewlemendtir kirin. Piştî bidawîbûna panelê, xelata rêzlênanê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê pêşkêşî panelîst, rêveberê panelê û hemû beşdarên guftûgoyên werza şeşem û endamên Bazneya Guftûgoyê hat kirin.
