Donald Trump: Îro dê derbeyekî kujer li Îranê bê xistin
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 07.03.2026ê kêliyek berî naha peyamek belav kir û ragehand: Îro dê derbeyekî kujer li Îranê bê xistin
Trump ragehand: Îran bi awayekî berçav şikestiye, daxwaza lêborînê kiriye û radestbûna xwe ji cîranên xwe yên li Rojhilata Navîn re ragehandiye û soza ku êdî êrîş neke ser wan daye.
Serokê Amerîkayê got: '’Ev soz tenê ji ber êrîşên bêhempa yên Amerîka û Îsraîlê daye. Wan hewl dida destdaynin ser temamê Rojhilata Navîn û fermandariya wê bikin. Ev yekem care di heyama bi hezaran salan de Îran li hember welatên derdora xwe yên li Rojhilata Navîn binbikeve.
Donald Trump got: Wan gotiye Spas Serok Trump, min jî gotiye tîka dikim. Îran êdî zebelahê Rojhilata Navîn nine. Di cîha wê de ew şikestxwarê Rojhilata Navîn in. êdî bi gelek dehsalên pêş jî dê her waha bimîne, heta dema ku xwe radest dikin an jî egerekî mezin bi temamî hildiweşin. Îro bi tundî li Îranê tê xistin, ji ber wan reftarên xirab ên Îranê, ew navçe û grubên ku heta naha wek armanc nedihatin hejmartin, naha di bin êrîşên giran de bi linavçûn û mirinê re êdî rû bi rû ne, ango mirin ji bo wan misogere.’’
Basnews
