Mesûd Pizîşkiyan: Êdî em êrîşî welatên cîran nakin
Di civîna Encûmena demkî ya Rêberiya Îranê de biryar hat dayîn êdî Îran êrîş neke ser welatên cîran û ti mûşekekî neavêje wan welatên cîran.
Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 07.03.2026ê ragehand: '’Di civîna şeva borî ya Encûmena Demkî ya Rêberê Îranê de me biryar da, êdî em êrîş nekin ser welatên cîran û ti mûşekekî di wan welatan de neteqînin û em daxwaza lêborînê dikin li wan welatên cîran. Tu dijminatiya me li gel ti cîranekî tine û me li Amerîkayê dida ku li wan welatan binkeyên wan heye, lê eger ji axa wan welatan ve êrîş li ser Îranê bê kirin, em dê bersiv bidin. Ango Tehran tenê di rewşa berevaniyê de dê mûşekbaranê bo cîranên xwe bike.’’
Pizîşkiyan got: '’Pêwîste dijminên me bizanin, xewnên wan a teslîmbûnê dê bicîh neyê, heta nefesa xwe ya dawiyê em dê şer bikin ji bo welatê xwe ji vê krîzê derbixin.’’
Basnews
