• Sunday, 08 February 2026
logo

Gorran dest bi xebatên lihevanîna partiyên siyasî dike

Gorran dest bi xebatên lihevanîna partiyên siyasî dike
Kordînatorê giştî yê Gorranê dê bi berpirsên PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê re hevdîtin bike.

Gorran dest bi xebatên lihevanîn û lihevnêzîkkirina partiyên siyasî dike.

Li gorî agahiyên BasNewsê, îro şandeka Gorranê bi serokatiya kordînatorê giştî yê wê partiyê Umerê seyîd Elî dê li Hewlêrê bi şandeka Komela Îslamî re hevdîtin bike.

Li gorî agahiyan, ew şanda Gorranê dê paşê bi şandeka PDKê re rûnê.

Rojeva her du hevdîtinan jî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û nakokiyên partiyên siyasî ye.

Kordînatorê giştî yê Gorranê dê paşê vegere Silêmaniyê û bi berpirsên YNKê re hevdîtin bike.

Basnews
Top