• Sunday, 08 February 2026
logo

WHO: Korona ji bin kontrola hikûmeta Iraqê derketiye!

WHO: Korona ji bin kontrola hikûmeta Iraqê derketiye!
Dezgeha tenduristiya cîhanî (WHO) dibêje, li Iraqê vîrusa Koronayê ji bin kontrola hikûmet û wezareta tenduristiya wî welatî derketiye!

Nûnerê WHO li Iraqê, Edhem Îsmaîl di civîneka rojnamevanî de ragihand, li Iraqê hejmara nexweşên Koronayê bi taybet yên ku pêwîstiya wan bi çavdêriya tund heye, gelekî zêde bûye.

Edhem Îsmaîl her wiha got, rewşa tenduristiya Iraqê gelekî xirab e û vîrusa Koronayê ji bin kontrola hikûmetê û dezgehên tenduristiyê derketiye.

Heta niha 45 hezar û 402 kes li Iraqê bi Koronayê ketine ku hezar û 756 kes jê mirine û beşek jî baş bûne.

Basnews
Top