• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Wanê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket

Li Wanê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket
Li sînorê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de şer derket. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje, di şer de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku îro Duşemê di navbera hêzên wan û endamên PKKê de li qezaya Payîzava (Gurpinar) ya Wanê de şer derketiye.

Li gor daxuyaniyê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê mijûlî operasyoneke lêgerîn û pişkinînê li navçeyê bûne, ku rastî gerîlayên PKKê hatine û di navbera herdu aliyan de pevçûn derketiye.

Di encama pevçûnan de, 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Derbarê mijarê de, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye, herwiha medaya nêzîkî PKKê jî ti zanyariyek li ser bûyerê belav nekiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê destnîşan kiriye, ku li herêmê operasyona hêzên wan berdewam e.

Li aliyekê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî li ser twittera xwe ragihandiye, ku di encama operasyoneke esmanî de bo ser herêma Zab a li nav axa Başûrê Kurdistanê, gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest daye.

Tirkiyê di van demên dawî de, êrîş û operasyonên xwe yên li dijî PKKê hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li derveyî sînorê Tirkiyê û li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê zêdetir kiriye.

Rudaw
Top