• Sunday, 08 February 2026
logo

Kerkûk.. serokê Bere ya Turikmanî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da

Kerkûk.. serokê Bere ya Turikmanî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da
Enwer Beyreqda, serokê Hizba Edaleya Turkimanî û serokê Bere ya Turikmanî di temenê 64 salîyê de bi sedema Koronayê li Kerkûkê canê xwe ji dest da.

Di daxuanîyekê de, wê Hizbê nûçe ya can ji destdana serokê xwe piştrast kir, bê ku sedema mirina wî aşekera bike. Dûv re, Hesen Torhan, perlemantarê Turikman di Civata Nwênerên Îraqê de bi ajansa Enadol aTirkiyê ragehandîye, Beyreqdar bi Koronayê mirîye.

Her piştî belavbûna wê nûçeyê , Ûsame Nuceyfî, serokê Bereya Azadî û Geşepêdanê di daxuanîyekê de ragehand, cihê daxê ye, nûçe ya koça dawîya Beyreqdar bi sedema Koroanayê gehişte me.

Enwer Beyreqdar, li sala 1956 ji dayîk bûye û helgirê birwanameya Belkaloryose di zanista çandinîyê de. Li sala 2003yê Hizaba Edaleta Turikmanî damezirandîye û nwênerê pêkahteya turkumanan bûye, di komîteya madeya 140 a destûrîya Îraqê de. Li sala 2005 wek serokê bereya Turikmanî hat helbijartin.

K24
Top