“Hikûmeta Iraqê bixwaze jî nikare stayûya Herêma Kurdistanê hilweşîne”
Mamostayê zanko û şêwirmendê hiqûqî yê parlementoya Kurdistanê, dr. Wehdî Mizûrî ji BasNewsê re got, Herêma Kurdistanê xwedan statûyeka siyasî û qanûnî ye ji ber wê jî hilweşandina wê mumkin nîne. Ev statû beriya ku Destûra Iraqê were nivîsandin, hebûye. Ji xwe di Destûra Iraqê de jî hatiye ziman. Loma eger bixwazin statûya Herêma Kurdistanê hilweşînin divê çend guhertinan di Destûrê de bikin.
Wî şêwirmendê parlementoya Kurdistanê her wiha got, di madeya 142 ya Destûra Iraqê de behsa hilweşandina statûya herêman dike û dibêje, bo hilweşandina statûya herêmekê divê komîsyonek ji aliyê parlementoyê ve were avakirin û di nav çar mehan de jî rapirsî were kirin û piştî wê parlemento jî deng li ser bide. Vêca eger dengên rapirsiyê ji 3 pişkan du pişk nerazî bûn, wê çaxê statû nayê hilweşandin.
Dr. Mizûrî behsa madeya 126 ya Destûrê jî kir û got, di madeya han de tê gotin ku divê serkomar û serokwezîr jî piştî rapirsiyê pêşniyara hilweşandina statûya wê herêmê bidin parlementoyê. Ev jî ne mumikn û pecan e.
Wî mamostayê zankoyê bang li Soran Umer û kesên mîna jî kir ku Destûra Iraqê baş bixwînin paşê daxwaza nemana statûya Herêma Kurdistanê bikin.
Basnews
