Emîndarê Wezareta Pêşmerge: Daxuyaniyên Iraqê cihê gumanê ne
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer îro beşdarî bulteneke nûçeyan a Rûdaw TV bû û têkildarî bombebaran û topbarana berdewam a navçeyên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve, behsa helwêst û nerîna Wezareta Pêşmerge kir.
Cebar Yawer ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke serokatiya civata wezîran helwêsta xwe di vê bareyê de nîşan daye ku têde hem daxwaza rawestandina wan topbaran û bombebaranan dike û hem jî daxwaz dike hincetan nedin destê dewleta Tirkiyê û Îranê. Parlamentoya Kurdistanê jî ew topbaran û bombebaran şermezar kiriye.”
Bi gotina Cebar Yawer, di dema meha bihorî de nêzîkî 100 gund li sînorê Zaxo û Amêdiyê ji ber wan bombebaranan bi tevahî hatine valakirin, herwiha pêştir jî nêzîkî 450 gund li seranserê navçeyên sînorî hatine valakirin û bi dehan hemwelatiyên sivîl şehîd bûne û rez û baxên xelkê şewitîne û zirar gihîştiye pez û dewarên xelkê jî.
Cebar Yawer amaje bi wê yekê jî kir, ku bi sedema bombebaran û êrîşan, ne aramiyeke mezin li ser sînoran çêbûye, lewma di berjewendiya hemû aliyan de ye ku sînor aram û ewle bin.
Di derbarê helwêsta Iraqê li hember bombebaran û topbarankirina navçeyên sînorî de, Emîndarê Wezareta Pêşmerge da xuyakirin: “Ji aliyê Destûrî û yasayî ve, erkê parastina sînor û esmanê tevahiya Iraqê ku Herêma Kurdistanê jî beşek e ji wê dewletê, di stuyê hikûmeta federal a Iraqê de ye.”
Cebar Yawer diyar kir, gelek caran hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê tên tometbarkirin ku bersiva Tirkiyê nadin û ew tometbarkirin weke “neheqî” bi nav kir û tekez kir, ew erkê hikûmeta federal a Iraqê ye.
Cebar Yawer diyar jî kir ku ev operasyona Tirkiyê di berjewendiya ti aliyekê de nîne û divê beriya her kesî hikûmeta Iraqê berevaniyê li sînoran bike, ji ber desthilata sînor û esman di destê wan de ye.
Cebar Yawer matmayîna xwe ji derbaskirina sînorê esmanî yê Iraqê ji aliyê balafirên cengî yên Tirkiyê ve jî nîşan da û gumana xwe li hember daxuyaniyên hikûmeta Iraqê û got: “Çawan firokeyeke cengî ya Tirkiyê bêyî razîbûna desthilata firokevaniya Iraqê nêzîkî 120 kîlometran esmanê Iraqê derbas dike û diçe Kunemasiyê li Silêmaniyê bombebaran dike? Di demekê de ku desthilata firîna her firokeyekê li ser esmanê Iraqê divê ji aliyê desthilata firokevaniya Iraqê ve bê dan, lewma guman min li ser wan daxuyaniyên hikûmeta federal heye ku derbarê bombebaran û topbaranên Tirkiyê û Îranê de belav dike.”
Yawer aşkere kir, “pirsa bombebarana sînor ji 2007an ve heta niha berdewam e, wate 13 salan bi awayekî berdewam sînor û esmanê Iraqê tê derbaskirin, tenê ji destpêka îsal ve heta 30ê Gulanê 137 caran bombebaran û topbarana navçeyên sînorî ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve hatiye kirin ku 135 caran ji aliyê Tirkiyê ve bûye û du caran jî Îranê kiriye. Ya Tirkiyê 85 caran ji esman ve bûye û 50 caran jî bi rêya topavêjan ve bûye.”
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge dibêje, “hikûmeta Iraqê eger bixwaze bi daxuyaniyekê dawî li wê êşê bîne, bi vê yekê temam nabe. Divê hikûmeta Iraqê ciddîtir li gel Tirkiyê û Îranê gotûbêjan bike, daku wê pirsgirêkê çareser bikin.”
Derbarê gumanên li ser daxuayniyên Bexdayê yên têkildarî êrîşan de, Cebar Yawer daxuyaniya herî dawî ya Wezîrê petrolê yê Iraqê weke mînak tîne û dibêje: “Wezîrê Petrolê yê Iraqê dibêje, divê hemû kêlgehên neftî yên Herêma Kurdistanê li gor madeyên 111 û 112 ên Destûrê di jêr desthilata taybetî ya hikûmeta Iraqê de bin, êdî baş e çima ji bo bîrên petrolê madeyên destûrê bi kar tîne, çima jibo berevaniya li serweriya Iraqê û esmanê Iraqê ku di madeyên 109 û 110 ên Destûrê de hatiye, deng jê dernakeve?”
Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona Çengê Baz û di 17ê vê mehê de jî operasyona Çengê Piling li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî.
Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e. Tevî berdewamiya operasyonên bejayî, topxaneya artêşa Tirkiyê jî car caran navçeyên sînorî topbaran dike û balafirên cengî yên wî welatî jî hin deverên li nav axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.
Di encama operasyon û êrîşên esmanî yên wê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Roja Înê 19ê Hezîranê, ji ber bombebaranên balafirên Tirkiyê de, 5 kes li sînorê Şêladzê û Kanî Masê canê xwe ji dest dan.
Roja 25ê Hezîranê jî di encama êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Seyrangeha Kunemasî li Şarbajêr a Silêmaniyê, kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûbûn. PJAKê rojek paşê di daxuyaniyekê de gotibû, ku di vê êrişê de, hin endamên wan bûne armanc û kesekî wan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîdnar bûne.
Herwiha di herdu rojên 16 û 17ê Hezîranê de hêzên Îranê navçeyên sînorî yên Hacî Omeranê topbaran kiribûn.
Rudaw
