Rêya Sihêla bo Şingalê hat vekirin
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got: ‘’Ji roja 28.06.2020ê ve li ser daxwaza xelkê Şingalê û îdareya Şingalê rêya Sihêla bo Şingalê hate vekirin. Naha ew rê ji bo xelkê Şingalê hatiye vekirin û yê ku bixwaze vegere ser mal û halê xwe dikar rêya Sihêla re biçe Şingalê. Ew rêya hatibû daxistin, hatûçûn tê de bo Şingalê nedihate kirin. Lê naha saziyên hikûmetê û ewlehiyê û siyasî yên Şingalê daxwaz kirin ew rê bê vekirin, herwaha me pêwendî li gel Nînowa jî kiriye ku aliyê Nînowa jî bê vekirin.’’
Herwaha got, rêya Sihêla bo Şingalê gelek rêyekî kurt e, naha jî vegera koçberan bo Şingalê destpê kiriye. Rojane gelek malbat ji kampên koçberan ên li herêma Kurdistanê ve qesda Şingalê dikin.
Basnews
