Ano Cewher: Ew ê PKK dike ne xebat û ne Kurdayetî ye
Ji ber şerê artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê li qezaya Zaxo, hejmarek gundên Kirîstiyanan hatin valakirin û xelkê wan gundan koçberî Duhokê bûn.
Di vê derbarê de Ano Cewher ji K24ê re behsa rewşa Kirîstiyanan kir û got, bi dehan gundên Kirîstiyanan li sînorê Zaxo hatin valakirin û welatiyên wan gundan koçberî Duhokê bûne. Ew ê niha PKK dike, tenê bihaneyê dide welatekî bihêz wek Tirkiyê êrîşî wan gunda bike.
Got jî: “Ew ê PKK dike, ne berevaniya li xakê û ne xebat e. Belkû derxistina şer ji bo derve ye. Pêwîst e ew hêz biçin li meydana xwe şer bikin.”
Diyar kir: Piştî sala 2003an, Qaidê êrîşî Kirîstiyanan kir û 111 kenîse şewitandin û teqandin û di encamê de kirîstiyanên Iraqê berê xwe dan Herêma Kurdistanê. Heger tiştek were serê Herêma Kurdistanê, ma ew Kirîstiyanî dê bi kû ve biçin. Niha hemû Kirîstiyanên Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê, heger Herêm jî rastî metirsiyek bê, dibe ku Kirîstiyanî li tevahiya Rojhilata Navîn nemînin.
Ano Cewher behsa wê jî kir: Rewşa gundên Kirîstiyanan li Zaxo gelekî aloz e û em rijd in xaka Kurdistanê biparêzin. Şer tiştekî xirap e. Ew ê niha dibe, ti pêwendiya wê bi Herêmê ve nîne. Herêma Kurdistanê çendîn sal in qurbanî dane û niha bi destûra Iraqê û bi keda Serok Barzanî qewareyeke me ya yasayî heye. Heger biraderên perçeyên din dixwazin xebatê bikin, bila xebata xwe li perçeyên xwe bikin.
Tekez kir jî: PKK bi karê ku niha dike, heger qewareya me bixe metirsiyê, ev nabe karekî Kurdayetî û ne niştimanperwerî.
Serokê Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî got: Min siyaset xwendiye, lê ji PKKê tênagihim û ew ê dikin, tenê karê têkderane ye. Hikûmet û Parlemana Herêma Kurdistanê heye, Hikûmet û Parleman jî Kurd in, tênagihim ew çi dixwazin lê bikin. Ev xak, navê wê Herêma Kurdistana Iraqê ye. Dxwaz ji wan dikim, bi aştî û têgihîştin xebata xwe bikin.
Herwiha Ano Cewher daxwaz ji Netewên Yekgirtî û welatên bihêz kir, bi hevkariya Kirîstiyanên Zaxo bên. Daxwaz ji Tirkiyê jî kir, rêzê li hebûna wan bigire. Herwiha daxwaz ji PKKê kir, rêzê li qewareya Herêma Kurdistanê bigire û biçe li welatê xwe bi aştî xebata xwe bike.
K24
