Li tevahiya sînorê Hewlêrê qedexeya hatin û çûnê hat ragihandin
Êvara îro Yekşemê Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê piştî civîna li gel Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê ji bo nirxandina rewşa parêzgehê ji aliyê belavbûna vîrusa koronayê ve civiya, daku derbarê rêkarên nû yên bo xweparastina ji koronayê de biryarên nû bide.
Piştî civînê Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde ragihand, ku “ji 30 Hezîranê ve heta 4ê Tîrmeha 2020an qedexeya hatin û çûnê li nav bajarê Hewlêrê û tevahiya qeza û nahiyeyên parêzgeha Hewlêrê tê ragihandin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku “qedexeya hatin û çûnê her roj ji demjimêr 06:00 sibehî dest pê dike û heta 12:00 şev berdewam dibe.”
Di wan demjimêrên ku rojane qedexeya hatin û çûnê heye, ji bilî tîmên tendirustiyê, hêzên ewlehiyê, hêzên navxwe, ambulans, dîplomtên rêxistin û ajansên Netewên Yekgirtî, kompaniyên sotemeniyê yên neft û gaze, hêzên ewlehiy yên ku di erkê fermî de ne, fermangehên xizmetguzarî yên weke berevaniya sivîl, av, elektrîk, şaredarî, baxçe û park û kompaniyên paqijkirina bajar, hemû hatin û çûnek li tevahiya sînorê parêzgeha Hewlêrê qedexe ye.
Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê, herwiha ragihandiye, ji bo asankariya bo hemwelatiyan biryar hatiye dan, ku “semomxane û firinên nan, markêtên li taxan, dikanên firotina şînkayî û mêweyan û dermanxaneyên nobedar vekirî bin.”
Li gor daxuyaniyê, herwiha otomobîlên gihadina dermanan, otomobîlên gihandina gazên malan û tankerên veguhastina sotemeniya jeneratoran dikarin li ser karê xwe berdewam bin.
Rudaw
