Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku di encama pevçûnên de, li herêma Operasyona Pencê- Pilingê leşkerekî wan di şerê ligel PKKê de hatiye kuştin.
Tirkîyê di 17ê Hezîranê li nava sînorê Herêma Kurdistanê li dijî PKKê êrîşeke operasyineke esmanî û bejeyî dest pê kiribû. Heta niha bi dehan gundên ser sînor ê Herêma Kurdistanê ji ber şerê PKKê û Tirkiyê vala bûne.
Herwiha heta niha ji destpêka operasyonê herî dawî ku nêzîkê du hefte berî niha destpêkiribû, herî kêm 5 sîvîl şehîd bûne.
Basnews
