Ji PKK û Tirkiyê daxuyaniyên şer û pevçûnan
Navenda Ragihandina HPG bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku îro Şemiyê 27ê Nîasnê li ser rêya di navbera Qereqola Tepê Sor a Çelê û qereqola Deştanê de li dijî wesayîta leşkerî ya Reo ya artêşa Tirkiyê ji aliyên gerîlayên wan ve çalakiyek hate lidarxistin.
HPG dibêje ku hejmara kuştî û birîndarên leşkerên a di nava wesayîtê de nehate zanîn.
Li gor daxuyaniya HPG artêşa Tirkiyê 26ê Hezîranê bi balafirên şer devera Şeşdara û herêma Heftanînê bombebaran kir û di wê bomberanê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan.
Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yl twitterê ragihand ku di çarçoveya operasyona Çengê Pilingê de li herêma Heftanînê 9 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
