RIHA - Cenazeyên 7 karkerên li Konyayê canê xwe ji dest dabûn hatin veşartin
Li bajarê Konyayê di encama bûyereke trafîkê de 7 karkerên Kurd ku 6 kes ji yek malbatê bûn canê xwe ji dest dabûn, cenazeyê wan bo Rihayê hatin şandin.
Cenazeyên Mehmet Okal, Ahmet Okal, Fida Okal, Medine Okla, Mehmet Okal û Îbrahim Okal ku ji heman malbatên bû û Mehmet Kuş ê ji heman taxê bû cenazeyê wan li taxa Yûkari Yazicî ya Eyyûbiyê ya Rihayê hatin veşartin.
Duh li li navçeya Yunak a ser bi bajarê Konyayê ve, mînîbusa ku malbateke karkerên Kurd tê bûn û barhilgirek li ser rêya Enqerê li wê navçeyê li hev qelibîn û di encamê de jê zarok 7 kesan canê xwe ji dest dabû û 11 kesên din jî birîndar bibûn.
Ew karkerên Kurd ji parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji bo peydakirina derfeta kar bi awayekî demkî, çûbûn bajarê Konyayê û karê komkirina nokan dikirin.
Birîndar li nexweşxaneya Yûnak û Akşehîra Konyayê tên tedawîkirin.
Rudaw
