• Tuesday, 05 May 2026
logo

Amerîka û Îsraîlê li Rojhilatê Kurdistanê li cebilxane û baregehên Îranê xistin

Amerîka û Îsraîlê li Rojhilatê Kurdistanê li cebilxane û baregehên Îranê xistin

Di roja 5an a operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê de, xalên leşkerî yên stratejîk ên li bajarên Bane û Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê bûn armanca êrişên asmanî.

Hat ragihandin ku li Baneyê cebilxaneya di nava baregeha artêşê de hatiye armanckirin û nîv saetê teqîn çêbûne.

Şerê ku piştî êrişên 28ê Sibatê yên Amerîka û Îsraîlê derketiye di roja pêncemîn de didome û bombebarana li ser armancên leşkerî yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dijwartir dibe.

Îro li Baneyê baregeheke Artêşa Îranê, li Mehabadê jî baregeheke Supaya Pasdaran bi 8 mûşekan hatin armanckirin.


Cebilxaneya li Baneyê teqiya

Çavkaniyên xwecihî yên ji bajarê Baneyê ji Rûdawê re diyar kir ku îro bi dema herêmî saet 11:30î (bi dema Hewlêrê 11:00) li taxa Soxanê ya bajêr balafirên şer baregeha artêşê bombebaran kiriye.

Hat ragihandin ku piştî êrişê dûyekî zêde ji baregehê bilind bûye û ji ber ku agir bi cebilxaneya nava baregehê ketiye bi qasî nîv saetê teqînên cuda rû dane.

Şêniyên herêmê diyar kir ku dengê teqînan li hemû bajêr hatiye bihîstin û bûye sedema tirs û xofê.


Li Mehabadê bi 8 mûşekan li Baregeha Îmam Secad dan

Xaleke din a ku êriş lê zêde bûn jî bajarê Mehabadê bû.

Baregeha leşkerî ya "Îmam Secad" a Supaya Pasdaran a li bakurê Mehabadê ya nêzîkî gundê Kozekerezê, di du şevên cuda de bi 8 mûşekan hat armanckirin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, pêla yekem a êrişê şeva duşemê 2yê Adarê saet 23:30î bi 5 mûşekan hat kirin û xisareke mezin gihişt baregehê.

Piştî êrişê, sibeha sêşemê gelek Polîsên Tevgera Taybet (Yeganê Vîje) wekî hêza piştgiriyê ji baregehê re hatin şandin.

Lê belê heman rojê derdora saet 21:30î baregeh, vê carê bi 3 mûşekan ducare hat armanckirin.

Biryargeha Îmam Secad wekî navenda stratejîk a sereke tê naskirin ku berpirsa parastina asayîşa navenda bajarê Mehabadê û deverên başûrê parêzgeha Urmiyeyê ye.

Rayedarên fermî yên Îranê li ser ziyan û windahiyên van êrişan ên ku baregeh bi erdê re kiriye yek heta niha ti daxuyaniyek nedaye.

 

Basnews

Top