• Tuesday, 05 May 2026
logo

Umêd Xoşnaw: Heta niha nêzîkî 100 mûşek bo Hewlêrê hatine avêtin

Umêd Xoşnaw: Heta niha nêzîkî 100 mûşek bo Hewlêrê hatine avêtin

Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê dike ku di roja destpêkirina şerê navbera Îran-Amerîka û Îsraîlê de heta hejmareke zêde ya mûşekan ji bo Hewlêrê hatiye avêtin, lê ji aliyê Hevpeymana û tîmên taybet ên ewlekariya Kurdistanê ve hatine pûç kirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand: "Rewşa Hewlêrê normale û tîmên parêzgariyê û qaymeqamiyê di çavdêrî kirina bazar û cihên geştiyariyê de berdewamin, ji bo ku di encama şerê di navbera Amerîka û Îsraîl de ya bi Îranê re, fersetçîtî di bazaran de neqewime, spas bo  welatiyan jî ku banga me esas girtine û di bazarê de tevliheviyek çênebûye.”

Herwaha aşkera jî kiriye: "Mixabin, ji destpêka şer ve heta niha, 95 heta 100 êrîş li ser Hewlêrê çêbûne, çi bi mûşekan bin çi bi dronan, lê ji aliyê hêzên hevpeyman û ewlehiyê ve hatine pûçkirin. Lêbelê, tiştê ku nîgeraniyê dide êrîşên komên çekdar û milîsan li ser Kurdistanê ne, ku hikûmeta Iraqê berpirsiyare ku sînorekî bo wan komên mîlîs dabîne.”

 

Basnews

Top