PDK-Bakur: Divê rêz li serweriya Herêma Kurdistanê were girtin
Îro roja şemiyê 17.06.2020an PDK-Bakur bi daxuyaniyeke nivîskî li hemberî liv û tevgerên artêşa Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, “di van rojên dawîn de, artêşa dewleta tirkan, bi sedema hebûna çekdarên PKKê, bi armanca dagirkirinê êrîşên dijwar dibe ser Başûrê Kurdistanê.”
Herwiha PDK- Bakur ragihandiye: “Armanca sereke ya dewleta Tirkiyê eşkere ye ku ne bêhêzkirina çekdarên PKKê ye. Di van êrîşên serê çend roja ye berdewam e, ji PKKê bêtir zirarê dide gelê me yê Başûrê Kurdistnê. Êrîşên dawîn di van rojan de encama êrîşên bi salan e, bûye sedema bi sedhezaran gundiyên Başûrê Kurdistanê ji neçarî cih u warên xwe vala bikin, tevgera aborî rawestînin û hijmareke pir cangoriyan bidin.”
Di berdewamiyê jî de PDK Bakurê gotiye: “Dewleta Tirkiye dixwaze li cihê ku ji gelê me vala bûye bi cih bibe. Bi vî rengî, ew dixwaze li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê zextek mayînde biafirîne û siyasetek bimeşîne da ku pêşî li ragihandina serxwebûnê bigire. Tirkiye hêj bêtir avêtî qonaxek din, di bin siya êrîşî de devera sînorî ya Başûr û Rojava da ku heta Mûsilê berfireh bibe, Kurdistan xeta kontrolê di navbera veqetandina di navbera her du perçeyên welatê me de girt.”
Herwiha PDK-Bakurê ragihandiye divê desthilata rewa ya Başûrê Kurdistanê bê pirs bête pejirandin û divê hemî alî rêz li biryarên wê bigirin.
Basnews
