Nêçîrvan Barzanî û Macron, rewşa navçeyê gotûbêj kirin
Duh roja sêşemê Serokê Fransayê Emmanuel Macron, bi rêya telefonê pêywendiyek bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kiriye.
Di wê pêywendiyê de pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê hatine gotebêj kirin. Herwaha herdu aliyan nîgeraniya xwe li hember pêşketinên şer anîne ziman û tekezî li girîngiya parastina aramî û aştiyê kiriye.
Her di wê pêywendiyê de, pêwîstina xurtkirina hewlên navneteweyî ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya aştiyane û dîplomasiyê hatiye tekez kirin.
Basnews
