Dawîn amarên koronayê: 10 milyon tûşbû û nîv milyon qurbanî
Li gor amarên malpera Worldometer ku pişt bi datayên wezaretên tendirustiyê yên hikûmetan girê dide, heta demjimêr 08.00 îro Yekşemê, hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê li cîhanê gihişte 10 milyon û 68 hezar û 890 kesî.
Herwiha niha, ji wan 10 milyon kesan, 5 milyon û 468 hezar û 241 tûşbûyên vîrusê baş bûne û zêdetir ji nîv milyon kesî jî canê xwe ji dest dane.
Zêdetirîn hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê li Amerîkayê ne ku heta niha 2 milyon û 596 hezar û 537 kes li wî welatî tûşî koronayê bûne, milyonek û 81 hezar û 437 kes baş bûne û 128 hezar û 152 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Piştî Amerîkayê Brazîl di pileya duyem de ye ku heta niha li wî welatî, milyonek û 315 hezar û 941 tûşbûyên koronayê bi fermî hatine tomarkirin, 715 hezar û 905 kes baş bûne û zêdetir ji 57 hezar kesî jî canê xwe ji dest dane.
Sêyem welatê ku zêdetirîn tûşbûyên vîrusa koronayê tê de hatine tomarkirin Rûsya ye ku hejmara tûşbûyan gihiştiye 627 hezar û 646 kesî. Ji wê hejmarê jî 393 hezar û 352 kes baş bûne û 8 hezar û 968 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Vîrusa koronayê di dawiya sala derbasbûyî de li Çînê serî hilda û di maweyekî kurt de li 215 welat û navçeyên cîhanê belav bû.
Rudaw
