HDP:3 parlamenterên me bi koronayê ketin
Serokwekîlên Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç derbarê rewşa hersê parlamenterên HDPê yên bi Covid-19ê ketine daxuyaniyeke nivîsa da.
Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, da zanîn ku ji partiya wan heta niha testa vîrusa koronayê ya 3 parlamenteran pozîtîf derketiye.
Serokwekîlên HDPê, dibêjin ku bi rêya xebatkarekî paqijiyê yê parlamentoyê vîrus derbasî parlamenterên wan bûye û niha di bin kontrola bijîjkan de ne û rewşa wan baş e.
Beştaş û Oluç herwiha didin zanîn ku çi pêşaheteyeke nû rû bide dê raya giştî agahdar bikin.
Li gor zanyariyên Rûdawê bidest xistine parlamenterên HDP'ê yên bi koronayê ketine ev in; Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Pero Dundar, Parlamentera HDPê ya Şinexê Nuran Îmîr û Parlamenterê HDPê yê Mûşê Mensur Işik e.
K24
