Sûriye.. 6 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî firokeyên ku tê gûmankirina Îsraîlî bin êrîşî ser binkeyên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li gundê El Ebas li gundewarê Bokemalê bimbebaran kirin.
Diyar kir jî, di encama êrîşê de 6 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatin kuştin, 4 ji wan ji regeza Sûrî ne.
Roja 23ê vê mehê jî firokeyên Îsraîlê çend binkeyên rêjîma Sûriyê û hêzên Îranî ve li navçeyên cuda yên Sûriyê bombebaran kiribûn û di encamê de 5 çekdar hatibûn kuştin.
K24
