Cengiz Çandar: Tirkiye dixwaza li sêgoşeya Îran-Tirkiye û Iraqê bicîh bibe
Nivîskar û rojnameger Cengiz Çand beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa armancên Tirkiyê yên ji êrişên xwe li nav axa Başûrê Kurdistanê kir.
Cengîz Çandar diyar kir ku piştî bicîhbûna hêzên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye dixwaze li nava sînorê Başûrê Kurdistanê jî bicîh bibe û ev bicîhbûna Tirkiyê jî karekî demkî nîne û di çarçoveya bernameyekî stratejîk de tê kirin.
Çandar dibêje: “Ez di wê baweriyê de me ku Tirkiyê dixwaze li Kurdistanê bicih bibe. Tirkiyê ji sala 2016an pê ve li dervey axa xwe operasyona dike û dide nîşandan ku ew li wan deran bicih dibe. Minak axa niha li Sûriyê, Tirkiye kontrol dike ji axa bakurê Qibris û parêzgeha Hatayê mezintir e. Tirkiye li Rojava û bakurê Sûriyê derdora 7-8 hezar kîlomtre çarqoş ax kontrol kiriye. Êdi li wan deran pereyên Tirkiyê tê bikaranîn û tenê ji bo hinek kertên danûstaninan li wê derê bicih bûye, lê aramcên wê yên ji bo demên dûr û dirêj hene.”
Derbarê armancên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê de Çandar dibêje: “Hebûna Tirkiyê ya li Kurdistanê tiştekî kevn e û ew hêzên ku bi heceta şerê PKKê biribûn wir û di dema birakujiyê de hatibûn bicihkirin, ji bo Başîqê jî hatin şandin. Tirkiyê piştî ku hêzên xwe li Rojava bicîh kirin, ji Xakurkê destpê kir û êdî dest bi bicîhbûna li Kurdistanê kir. Her weke ku Hoşyar Zêbarî jî behs kiriye, Tirkiye dixwaze li sêgoşeya Tirkiye, Îran û Iraqê bicîh bibe ku sereke wê digihe bakurê Sûriyê û li wir mayînde bibe. Dema ku mirov vê yekê li gel meseleya Lîbyayê jî bîne cem hev, xuya dibe ku ev operasyona Tirkiyê bi armancên stratejîk tê encamdan.
Em nikarin bibêjin tenê sedemeke operasyona leşkerî ya Tirkiyê hene. Ev pêngavên Tirkiyê hinek planên demdirêj ên stratejîk ve girêdane. Tirkiye ji nêzîkbûna di navbera ENKS û PYDê de gelek aciz bûye. Ev nêzîkbûna ENKS û PYDê ya li ser bingeha rêkevtina sala 2014an a Duhokê çêdibe, li ba Tirkiyê bûye cihê nerazîbûneke mezin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bixwe jî behsa vê yekê dike. Tirkiyê tenê ne revketin kiriye armanc herwiha behsa Silêmaniyê jî kir û gef xwar.”
Çandar herwiha tekez kir ku bêyî piştevaniya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî danûstandinên di navbera aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nedihat encamdan û wiha pê de çû: “Bi qasî ez dibînim ev operasyon hinek li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku li piştevaniya danûstaninan dikin.”
Rudaw
