Li Koye bi dron êrîşî Kampa Azadî ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin
Li gor zanyariyan, îro 03.03.2026ê kêlîyek berî naha bi 3 dronan êrîş li ser kampa Azadî hate kirin.
Li gor zanyariyan ji ber wê êrîşê kesek birîndar bûye.
Kampa Azadî yek ji kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ye ku dikeve sînorê qeza Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê.
Piştî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê, bi dron êrîş li ser navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê tên kirin.
Basnews
